Diyarname
Belgefîlmê li ser kovara Rewşenê û serdema wê li Şa Performansê tê nîşandayîn û piştî belgefîlm dê gotûbêj çêbe.
Kovara Rewşenê di serê reşemiya 1992'yan de dest bi weşanê kir. Rewşen, dûre Jiyana Rewşen û Rewşen-nameyê di 10 salên weşana xwe dom kirin de bandorek mezin li wêjeya kurdî kir, nifşek derxist holê. Cemil Oguz li ser Rewşenê û serdema wê bi navê "Rewşen" belgefîlmekî kişandibû. Niha di salvegera Rewşenê de belgefîlm li Şa Performansê tê nîşandayîn.
Belgefîlmê roja yekşemê (10'ê mehê) saet 20'an de dê bê nîşandayîn û piştî temaşekirinê ligel Oguz dê gotûbêjek çêbibe. Her kesê bixwaze dikare here lê temaşe bike.
Ji bo yên bixwazin:
10.02.2019, Saet 20.00
Cih: Navnîşan: Şehit Muhtar Mah. Nane Sok. No: 5 Taksim, Stenbol.
.jpg)


