Diyarname
Li Amedê cihek nû bi navê "Wêjegeh Amed" vedibe. Cih ji aliyê Weşanên Lîsê ve tê amadekirin. Di nav avahiyê de qatek wekî cafe, yek ji bo weşanxaneyê û qatek jî ji bo çalakiyên çandî hatiye amadekirin.
Wêjegeh Amed êvara 7'ê vê mehê saet 6'an de bi kokteylek tê vekirin.
Li gor daxuyaniyê piştî vekirinê dê rojên 8 û 9'ê mehê çalakiyên yekem li dar bikevin.
Navnîşana Wêjegeh Amedê ev e: Diclekent Mahallesi, Diclekent Villalari, 251. Sok. No: 44 Kayapinar, Amed