Diyarname
Derhêner Jonas Mekas wekî yek ji derhênerê muhîm ê "sînemaya jêrxane" (Underground) dihat nasîn. Mekasê ku ji bo gelek derhênerî bûbû sembol di 93 saliya xwe de wefat kir.
Derhêner Jonas Mekas di 24'ê berfanbara 1922'yan de li Birazî ya Lîtvanyayê hatiye dinê. Di ciwaniya xwe de dema dibin kampên Naziyan ji wir direve û diçe New Yorka DYA'yê. Ew di warê sînemaya jêrxane de pêş dikeve û derhênerên John Waters, Jim Jarmusch di bin bandora sînemaya wî de fîlman dikişînin.
Mekas di temamê jiyana xwe de li dor 60 fîlmî dikişîne û li Festîvala Fîlman a Venedîkê Xelata Mezin a Juriyê jî di nav de gelek xelat girtibûn. Wî ligel kişandina fîlman helbest dinivîsan, li ser sînemayê nivîsên rexneyî jî dinivîsand.
Malbata wî ragihand ku ew li mala xwe, di nav hizurê de xatir xwestiye û miriye.
Di nav fîlmên wî de "The Brig" (1964), "He Stands in the Desert Counting the Seconds of His Life" (1986), "A Letter from Greenpoint" (2005), "Guns of the Trees" (1961), "In Betwenn" (1978) hene.


