Cemil Oguz
Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal 11'ê mehê deriyên xwe vedike. Di fûarê de nêzî 10 weşanxaneyên kurdan dê standê vekin.
37'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê li TUYAP'ê îsal carek din weşanger, nivîskar û pirtûkhezan dike mêvan. Îsal di navbera 10-18'ê mehê de fûar deriyên xwe vedike. Ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê li dor 800 weşanxane û saziyên sivîl standê dê vekin. Mijara bingehîn a îsal a fuarê "Bi Wêjeyê Dorpêçkirina Jiyanê" ye.
300 çalakî hene
Di çarçoveya fûarê de neh rojan panel, gotûbêj, guhdariya helbestan, atolyeyên zarokan jî di nav de li dor 300 çalakiyên hunerî dê li dar bikevin. Her wiha nivîskar jî dê her roj pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze bikin.
Mêvanê rûmetê: Selîm Îlerî
Fûarê îsal nivîskar Selîm Îlerî wekî Mêvanê Rûmet3e diyar kiriye. Di vê çarçoveyê de li ser Îlerî dê gelek panel û sohbet li dar bikevin. Ya yekem bi navê "Wêjeya Selîm Îlerî" 10'ê mehê dê li dar bikeve. Di panela ku Dogan Hizlan dê bi rê ve bibe de Ayşe Sarisayin, Gul Îrepoglu û Beşîr Ayvazgoglu dê biaxivin.
Weşanxaneyên kurdan
Di fûarê de weşanxaneyên kurdan jî standan vedikin. Lê ne hemû weşanxane. Li Tirkiyeyê û bakur bi ser 20'î re weşanxaneyên kurdan hene lê ji wan tenê 8 weşanxaneyên kurdan standê vedikin. Ji wan (li gor rêza alfabetîk) AJANS J & J (Salon 2213 C), ARAM (Salon 2104 C), AVA (Salon 2605 E), AVESTA (Salon 2211 A), LÎS (Salon 2104 D), NA (Salon 12511 C), NÛBIHAR (Salon 2605 F) û RUPEL (Salon 2605 D) standê vedikin.
Ji bilî van Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (Salon 4108), Komeleya Mafên Mirovan û gelek weqif û saziyên sivîl ên din jî standê vedikin. Weşanên Kor ku weşanxaneyeke çepgir e û hinek pirtûkan bi kurdî jî çap dike ew jî li salona 3311A dê standê veke.
Nûbûnên fûarê
Îsal fûar hin gavên nû jî diavêje. Yek ji wan jî anîna cem hev a weşanger û îllustratoran e. Bi alîkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê ev xebat tê kirin. 64 îllustrator û 35 weşanger hatibûn cem hev, ji vên xebatek derket û ev yek bi navê "Sîhîrlî Çîzgîler" (Xêzên Bisêhr) dê salon 12'an de bêne pêşkêşkirin.
Di beşa "Qada Çalakiyan" a fûarê ku ev yek jî tiştek nû ye de dê gelek çalakiyên cur bi cur bêne li dar xistin.
Fotografkêş Ara Guler ku kurtedemek berê mir dê bi pêşangehek bê bibîranîn.
ARTÎST jî heye
Her wiha ligel fûara pirtûka dê ARÎTST 2018 jî 28'emîn car deriyên xwe veke. Di ARTÎST'ê de bi dehan pêşangehên wêneyan derdikevin pêşberî hunerhezan.
*******
REKLAM
Daweta we heye û vexwendename lazim e? Fermo, ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul,
Telefon: 0212 -6266455, E-mail: info@davetiyeonline.net


