Diyarname
Lîstikvan û stranbêjê kurd ê cihu Idan Amedî ku li nav artêşa Îsraîlê bû, di şerê Îsraîl û Hamasê de birîndar bû.
Ji 7'ê kewçera 2023'yan ve di navbera Îsraîl û Hamasê de şer didome. Îsraîlê banga tevlêbûna Artêşê kiribû, gelek kes wekî xwebexş, bi dil beşdarî artêşa Îsraîlê bûbû. Yek ji wan jî lîstikvan û stranbêjê kurd ê cihû Idan Amedî bû. Ew bi rêzefîlmê "Fauda" ku di Netflixê de hatibû weşandin navdar bûbû. Niha ew li Xezayê di şer de birîndar bû. Rojnameya alman Bildê bi sernavê “Stêrkê Netflixê Îdan Amedî li Xezayê bi giranî birîndar bû” nûçe belav kir.
Ji rojnameyan Îsraîlê The Jerusalem Postê jî di nûçeya belav kir de wisa got, "Stêrê Fauda Îdan Amedî di nava leşkerên IDF yên birîndar ên li Xezeyê de ye."
Rojnameya The Times a Îsraîlê jî nûçe belav kir û got ku bavê wî gotiye birîndar bûye lê rewşa wî ne giran e, talûkeya mirinê nîn e.
Li gor hatiye ragihandin Amedî roja 8'ê mehê di şer de birîndar bûye.
Amedê yek ji kurdên cihû yê Îsraîlê ye. Ew di sala 1988'an de li Qudsê hatiye dinê. Stranbêj û ketiye nava karê lîstikvanî jî. Heta niha 5 albumên wi derketine. Piştî ketiye nava lîstikvaniya fîlma di rêzefîlmê "Fauda" de listiye û bi vê li dinyayê navdar bûye.
İdan Amedî wekî stranbêj heta niha 5 album derxistine.