Enqere
Hevserêkê DTP'a hate girtin Ahmed Turk ji bo doza Kopê ya li Samsunê tê dîtin bi şopîne çû Semsûnê û li wir rastî êrîşê hat. Di êrîşê de difina Ahmed Turk şikest.
Danişîna doza Turan Bîlen û birayê wî Metîn Bîlen yên ku di bûyerên li dijî girtina DTP'ê yên li navçeya Kopê pêk hatibû de li diji girseyê êrîşa çekdarî pêk anîn û 2 kes kuştîn û 8 kes jî birîndar kirîn, li Dadgeha Cezaya Giran a Semsûnê hat dîtin.
Hevserokê DTP'a hatî girtin yê qedexeya siyasî li ser heyî Ahmed Turk, parlementera DTP'ê ya qedexeya siyasî li ser heyî Aysel Tugluk, Parlementerên BDP'ê yên Mûşê Sirri Sakik, Nurî Yaman, parlementerê BDP'e yê Bedlîsê Nezîr Karabaş, Seroka Komîsyona Hiqûqê ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Endamên Meclisa BDP'ê, endam û rêveberên BDP'ê, parêzerên Baroya Amed û Mûşê û malbatên Necmî Oral û Kemal Aycan beşdarî danişînê bûn. Piştî danişînê dema Ahmed Turk, Aysel Tugluk, Sirri Sakik, Nezîr Karabaş û Nurî Yaman ji dadgehê derketin pirsên xebatkarên çapemeniyê bersivandin.
Piştî Turk û şanda BDP'ê ji dadgehê derketin rastî êrîşa kesekî hat. Ji ber ku di êrîşê de difina Ehmed Turk şikest rakirin nexweşxaneyê. Turk, berî rastî êrîşê bê, pirsên rojnamegeran bersivdan û diyar kir ku ew li heviyê ne ku darizandinek adilane pêk bê.
Turk, piştî daxuyaniyê dema ber bi wesayîta xwe ve diçû kesekî sivîl bi navê Îsmaîl Çelîk ji nava polîsan derket, êrîşî Turk kir û bi kulmek difina Turk şikand. Êrîşkar, di êrîşê de got "Ehmed Turk hûn çima hatin vir. Vir Karadenîz e" û slogana "Bimre PKK" berz kir. Kesên êrîş pêk anîn xwestin Malbata Oral û Agca û parlementerên BDP'ê lînç bikin. Piştî êrîşê Turk rakirin nexweşxaneyê.
Bi heceta ewlehiyê polîsan derdorê edliyeyê dorpêç kiribûn û di saetên serê sibehê de di ketin û daketina Semsûnê û ber Edliyeya Semsûrê ewlekarî hatibûn girtin. Her wiha kesên çûn edliyeyê di bin kontrolê re derbas bûn. Polîsan di kontrola deriyê edliyeyê de pirsên "Hûn kî ne û ji ku tên?" pirsîn. Lê ligel vê yekê ev êrîşa pêk hat pirs di seriyan de cêkirin.


