Diyarname
Vê hefteyê şeş fîlm ketin vîzyonê: Çok Filim Hareketler Bunlar, Moon, The Boks, Mine Vaganti, Away We Go, Leap Year.
Serseri Mayinlar
Derhêner: Ferzan Ozpetek
Lîstikvan: Riccardo Scamarcio, Nicole Grimaudo, Alessandro Preziosi, Lunetta Savino
Fîlmê derhênerê Ferzan Ozpetek ku li Tirkiyeyê bi navê “Serserî Mayinlar” ketiye vîzyonê li ser çîroka zarokên hilberînek maqerneyan ê îtalî ye. Zarok derdikevi derveyî qalibên kevneşopî û ehlaqî yên malbatê. Ozpetek çîroka fîlmê xwe ji bûyera du hevalên xwe girtiye.
***
Çok Filim Hareketler Bunlar
Derhêner: Ozan Açıktan
Lîstikvan: Buşra Pekin, Oguzhan Koç , Ersin Korkut , Şahin Irmak , Murat Eken
Fîlmê “Çok film hareketler bunlar” ê Navenda Çanda Beşîktaşê li ser çîroka havînê ye. Havînê di dema betlaneyê de tiştên ku têne kirin, bi zimanê komediyê tê pêşkêşkirin.
Ay – Meh / Moon
Derhêner: Duncan Jones
Lîstikvan: Sam Rockwell, Dominique McElligott, Rosie Shaw, Kevin Spacey
Astronot Samî dişînin hîvê. Bi qutbûna têkiliya li ser peykê re kêliyên zehmet li benda Sam in lê di dawiyê de ewê bi ser bikeve. Sam dest bi ditina halîsulasyonan dike, bîra wî ko dibe û tê wê radeyê ku nizane çawa çûye wê derê. Piştî vê kêliyê li hemberî tiştên derdora Sam diqewimin wê têkoşîna Sam dest pê bike.
***
Kutu – Qutî – The Boks
Derhêner: Richard Kelly
Lîstikvan: Cameron Diaz, James Marsden, Frank Langella, Gillian Jacobs
Jiyana jin û mêr Norma û Arthur Lewis rojekê bi qutiyeke ku li ber deriyê wan tê dayîn diguhere. Qutî dê bibe sedema bûyerên ku ew êdî nikarin vegerin jiyana xwe ya berê. Yek gotineke wisa pêşkêş dike: Ger pêl li bişkova ser qutiyê bikin wê mîlyonek dolar bi dest bixin. Lê pêlêkirina pişkovê di heman demê de dibe sedema mirina kesek ku qet nas nakin.
***
Uzaklara Gidelim – Em herin cihên dûr – Away We Go
Derhêner: Sam Mendes
Lîstikvan: John Krasinski, Maya Rudolph, Carmen Ejogo, Catherine O’Hara
Du cot Bart û Verona ji bo zarokên xwe ku wê bê dinê li ciheke digerin li wê derê wan mezin bikin, kokên malbatê li wê derê bixin erdê; ji bo vê yekê li Amerîkayê digerin. Astengiyên ku di rê de derdikevin pêşberî wan, malbatên balkêş ku alîkariya wan a ji bo dîtina mal dikin û çîroka hevalên wan ên berê rengê xwe li fîlm dike.
***
Aşka Yolculuk – Rêwîtiya Ber bi Evînê ve – Leap Year
Derhêner: Anand Tucker
Lîstikvan: Amy Adams, Matthew Goode, Adam Scott, John Lithgow
Fîlmê bi navê “Leap Year” li Tirkiyeyê bi navê “Rêwîtiya ber bi evînê ve” ketiye vîzyonê. Anna çar sal e ku bi kesek re di nav têkiliyê de ye lê hê jî hevalê wê jêre negotiye em bizewicin. Anna dike ku vê meseleyê çareser bike. Anna kevneşopîyeke îrlandî kifş kiriye ku mêr di 29’ê reşemiyê de pêşniyara zewacê li jinan dikin. Anna dikeve dû hevalê Jeremy ku ji Bostanê derbasî Dublinê bûye. Fikra 29’ê reşemiyê jî bavê wê yê sergêj lê bi niyetek baş aniye bîra wê.


