Diyarname
Mebûsên HEDEP'ê yên Amedê Adalet Kaya, Serhat Eren, Ceylan Akça Cupolo, mebûsa Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, mebûsên Bedlisê Huseyîn Olan û Semra Caglar Gokalp bi hev re pêşniyarnameyeke dan Meclisa Tirkiyeyê û xwestin ji bo zordariya li ser hunera kurdî û hunermendên kurd bê fêmkirin û polîtîkaya hunerê ê sazkirin, lêpirsînek bê dest pê kirin.
Di nameyê de mebûsan xwest ku Meclis ji bo diyarkirina polîtîkaya ku rê li ber huner û hunermendên bi hemû zimanan kar dikin vebike, lêkolînê bide dest pê kirin.
Mebûsan di nameya xwe de wisa gotin, "Rojên dawî di serî de bajarên wekî Batman, Bedlîs, Amed, Riha û Şirnexê li hemû Kurdistanê li ser hunermendên bi kurdî hunerê dikin tehdîda psîkolojîk heye û ev derketiye asta jor. Endamên NÇM'ê ev demek dirêj e û bi taybetî di 4 mehên dawî de rastî zordariya psîkolojîk tên. Carinan ew têne şopandin û rastî heqaretan tên. Di van demên dawî de jî bi tehdîdên wekî 'Emê we bixin nav çiwalên zer', 'bisekin, hûnê bibînin ka dê çi bê serê we' têne tehdîdkirin. Bi taybetî li ser hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê û bi giştî li ser hunera kurdî divê lêkolîn bê çêkirin. Divê Meclis lêkolînek bide dest pê kirin ku bi vê yekê rê li ber van hunermendan bê vekirin û polîtîka bê diyarkirin."