Diyarname
Xelatên Oscarê hatin belavkirin. Yekem car derhênereke jin Xelata Derhênera Herî Serketî girt. Derhênera jin Kathryn Bigelow bi fîlmê xwe "The Hurt Locker" gihîşt vê xelatê. Di şevê de fîlmê "The Hurt Locker" şeş waran de xelat girt û mora xwe li şevê da.
Merasima xelatdayîno Oscarê li Şanogaha Kodakê ya li bajarê Los Angeles a DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) li dar ket. Pêşkêşvaniya merasimê Steve Martin û Alec Baldwin kir. Her duyan bi henekên xwe û şûjinên xwe rewşeke cihê li şevê bar kirin.
Di şevê de herî zêde fîlmê "The Hurt Locker" xelat girt. Fîlmê bi navê "Avatar" jî bi 3 xelatan aş bû ku her kes li bendê bû gele xelatan bigire. Di şevê de Xelata Lîstikvana Herî Serketî Sandra Bullock bi rola xwe ya di fîlmê "The Blind Side" de girt. Tiştê balkêş Bullock rojek berî vê xelatê, di warê "Xelata Tûşêmî" (Razzie Award) ku di sînemaya Amerîka de didin "yên herî xirab" jî xelat girtibû. Bullcok bi rola xwe ya di fîlmê "All About Steve" de "xelata lîstikvana herî xirab" girtibû. Û rojek din Xelata Lîstikvana Herî Serketî ya Oscarê girt. Ev yek jî kete dîrokê.
Vaye lîsteya xelatgiran:
- Fîlmê Herî Serketî: The Hurt Locker
- Derhênera Herî Serketî:: Kathryn Bigelow (The Hurt Locker)
- Lîstikvana Herî Serketî: Sandra Bullock (The Blind Side)
- Lîstikvnê Herî Serketî: Jeff Bridges (Crazy Heart)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Mo'Nique (Precious)
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Christoph Waltz (Inglourious Basterds)
- Senaryoya Xweser a Herî Serketî: Mark Boal (The Hurt Locker)
- Lêanîna Senaryoyê ya Herî Serketî: Geoffrey Fletcher (Precious)
- Anîmasyona Herî Serketî: Up
- Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî: The Secret in Their Eyes (Arjantîn)
- Belgefîlmê Herî Serketî: The Cove (Louise Psihoyos û Fisher Stevens)
- Vesazkirina Herî Serketî: The Hurt Locker (Bob Murawski û Chris Innis)
- Derhênerên Hunerî yên Herî Serketî: Rick Carter, Robert Stromberg û Kim Sinclair (Set dekorasyonu) (Avatar)
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Mauro Fiore (Avatar)
- Efekta Dîtbarî ya Herî Serketî: Joe Letteri, Stephen Rosenbaum, Richard Baneham û Andrew Jones (Avatar)
- Vesazkirina Deng a Herî Serketî: Paul Ottosson (The Hurt Locker)
- Mîksa Deng a Herî Serketî: Paul Ottosson û Ray Beckett (The Hurt Locker)
- Muzîka Fîlm a Herî Serketî: Michael Giacchino (Up)
- Strana Orjînal a Herî Serketî: The Weary Kind (Crazy Heart)
- Vesazkirina Kostumê ya Herî Serketî: Sandy Powell (The Young victoria)
- Makyaja Herî Serketî: Star Trek
- Kurtefîlmê Herî Serketî: The New Tenants
- Kurteanîmasyonê Herî Serketî: Logorama
- Kurtebelgefîlmê Herî Serketî: Rabbit a la Berlin