Polîsên Belçîkayê avêt ser Roj Tv û saziyên kurdan
Diyarname
Polîsên Belçîkayê vê serê sibê avêt ser studyoyê Roj TV û saziyên kurdan. Heta ev nûçe hat amadekirin di studyoyê Roj TV de lêgerîn dom dikir û gelek binçavkirin jî hene.
Di serdagirtinê de polîsên sergirtî hebûn. Gerînendeyê Giþtî yê Weþanê yê Roj TV Amed Dîcle got ku polîsên antî-terorê bi serdegirtin pêk aniye.
Di serdegirtina buroyê de rojnameger Burhan Erdem, Bariþ Gullu, Murat Yaklav, Zana Azadî, Midûra Giþtî ya Roj Tv Gulþen Emsiz jî têde 7 kes hatin binçavkirin.
Her wiha di dema serdegirtina avahiya KNK'ê ya Brukselê de jî Serokê Kongra-Gel Remzi Kartal û endamê serokatiya Kongra-Gel Zubeyir Aydar hatin binçavkirin.