Cemil Oguz
Fûara Pirtûkan a Amedê ev 5 sal bûn ku her sal di meha gulanê de li dar diket. Van rojan hat îdîakirin ku TUYAP'a ku fûarê li dar dixe biryar daye ku fûarê betal bike û di sala 2015'an de li dar nexe.
Li ser vê yekê me xwe gihand berpirsên TUYAP'ê. TUYAP ligel fûara pirtûkan gelek fûarên din jî li dar dixe. Di warê fûara pirtûkan de li Tirkiyeyê ew şîrketa herî mezin e ku li çand bajaran fûarên mezin li dar dixe. Ji nav van fûarên pirtûkan ya herî kevn a Stenbolê ku îsal 33'yemîn car e li dar dikeve. Ev TUYAP ev 5 sal in li Amedê jî fûarê li dar dixe û rastî eleqeyeke baş jî tê. Lê ji nişke ve biryar hat girtin ku di sala 2015'an de fûara pirtûkan li Amedê li dar nexe.
Me bi ser beşa çapemeniyê ya TUYAP'ê re xwe gihand Kordînatorê Giştî yê Fûarên Çandî ya TUYAP'ê Deniz Kavukçuoglu. Kavukçuoglu got ku wan fûar betalnekiriye, tenê biryar dane ku du salan carekê li dar bixin. Kavukçuoglu li ser çimaya vê yekê jî wisa got: "Bi taybetî ji Stenbolê, ji hin bajarên din jî weşanxane beşdarî fûara Amedê dibin. Wan weşanxaneyan ji ber sedemên cur bi cur biryar daye ku beşdar nebin. Me jî got em du salan carekê li dar bixin, hin çavdêriyên ku ji ber van yekan weşanxane beşdar nabin dê ji holê bêne rakirin. Du salan carekê, wekî bîenalekê li dar bikeve û dê hem ji bo weşanxaneyan, hem ji bo beşdaran bibe balkêştir. Ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê çawa heta niha me kiriye ji niha û pêde jî em bi biryar in ku bi beşdariyeke xurtir û bi naverokeke dewlemendtir li dar bixin."
Kavukçuoglu dibêje ew wekî TUYAP, me bi çavê projeyeke berpirsiyariya civakî li vê fuarê nêrî û em niha jî wisa dinêrin.
Li gor vê biryara dawî Fûara Pirtûkan a Amedê di sala 2015'an de li dar neveke, lê di sala 2016'an de heman mehê li dar bikeve.
Denîz Kavûkçûoglu (Foto: Cemil Oguz)
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.