Stenbol
Çîroknûs, helbestvan û berhevkarê zargotina kurdî Çiya Mazî li Stenbolê derket pêşberî xwendevanên xwe û pirtûkên xwe îmze kir.
Gotûbêj û roja îmzeyan a Çiya Mazî roja 31'ê rêbendanê li Kurt-Kavê li dar ket. Di gotûbêja ku di bin moderatoriya Salihê Kevirbirî de li dar ket de helbestvan Kawa Nemir jî amade bû.
Di destpêkê de Salihê Kevirbirî diyar kir ku Çiya Mazî, yek ji hîmdarên kurdiya bakur ê serkeftî ye û wiha got: “Gelek caran tê gotin. Salên 1990’î bi xwe re nifşekî nû afirand. Nifşekî kurdînûs ku rabûn û rûniştina wan bi kurmancî, afirandina wan bi kurmancî, teşegirtina wan bi kurmancî. Çiya Mazî yek ji wan kesan e ku, di warê edeba kurmancî de mohra xwe li bin 20 salên rabirdû xistiye."
Kevirbirî bi taybetî li ser pirtûka wî ya kurteçîrokan “Mistek Jiyan” û berhevkariya wî ya li ser Zargotina Kurdî sekinî û ev yek lê zêde kir: "Di berhema 'Mistek Jiyan' de, leheng bi xwendevanan nas û dost in. Axaftinên wan, mijarên ku pê daketine û derûniya wan, di kitêbê de teşe û dirûveke zindî derdixe holê û meyl û bala xwendevanan dide ser xwe. Çiya Mazî, nivîskariya xwe, li ser zargotina kurdî diafirîne, dixemilîne û dikemilîne. Ew zarbêjekî kemilî ye. Bi reng û şêwazeke nûjen, di berhemên wî de, malzemeyên folklorî yên xweser, bi awayeke zelal û berbiçav xwe didin der. Ji ber ku berhemên wî, li ser bingeh û hîmên zargotin û edebiyata bidevkî şax vedidin; gelek xurt, têrtije û resen in. Xerab nebûne, ji peyv û gotinên çêkirî û “qelb” dûr in.
Helbestvan Kawa Nemir e jî li ser rol û girîngiya kelepora kurdî kir û di vê babetê de hewldan û berhemên Çiya Mazî nirxand: “Di kelepora kurdî/kurmancî de, rola Çiya Mazî gelek girîng e. Ji nifşên nû, dikarim bibêjim ku berî me hemûyan dest bi nivîsandina kurmancî kiriye. Ferhengsaziya wî ya li ser zargotinê, nexasim berhema wî ya 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan', di serdemên min ên wergerê de, gelek bi kêrî min hatiye û min sûdeke baş jê wergirtiye.”
Kama Nemir ji bo kurteçîrokên Çiya Mazî jî diyar kir ku zimanê nivîskêr, kurmanciyeke resen û herikbar e.
Dûre mêvanê rojê, nivîskar Çiya Mazî dest bi axaftina xwe kir. Mazî, piştî ku li ser serdema salên 90’î û tesîra wan salan li ser derûnî û berhemên xwe kir, wiha berdewam kir: “Ez di wê baweriyê de me ku çîroknûsên kurd, wê pirsgirêkên heyî, êdî bi awayeke berfireh bînin ziman. Dibe ku nêrîna beşeke mezin ji civakê, hê wekî berê be û hinekî şerm jî bê dîtin. Lê êdî wekî salên 90’î, bondora hestriyarî, li çîrokan nake. Di çîrokên min de jî, wê nakokî bêne nivîsandin, wê rexne li her beşên civakê bêne kirin. Kesên ku divê bibin alîkar, kes û rêxistinên pêşverû ne. Di dema me de, wekî wêjehezên cîhanê û civakên pêşketî, fikra çîroknûs a îdeolojîk çawa dibe bila bibe, heger berhema wî edebî be, divê hurmetê bibîne.”
Çiya Mazî diyar kir ku ne li gorî dilê siyasetan be jî, tu têkiliya çîrok û siyasetê bi hev re tune be jî, divê nivîskar bikare tenê ji bo ya dilê xwe bîne cih; çîrok, roman an helbestê binivîse.”
Mazî wiha berdewam kir: “Dibe ku çîroknûsekî wekî Ferhat Pîrbal têkiliya civakê, bi petatan re jî çêbike. Dibe ku heta dawiya çîrokê, tenê pê li qaşilê mûzê bike. Ev yek wê şexs û civakê bi pêş ve bibe. Wê teknîka çîrok û wêjeyê bi pêş ve bibe. Divê ev li tu derê şerm neyê dîtin. Heger mirov çîrokekê, romanekê an helbestekê necibîne, mirov rexne bike bes e, mirov nirxandinên zanistî li ser binivîse bes e.”
Her wiha Çiya Mazî diyar kir ku çîroka kurd bi pêş dikeve, navên xurt ji nav derdikevin: “Di vê dema pêşketî de, wê nîqaşên nivîskaran jî derkevin û wê ji bo mijarên çîrokên xwe, nîqaşên tund jî bikin. Êdî ev pêşketina çîroka kurd nîşan dike. Bawer bikin “Raskolnîkov”ên me pir in, bawer bikin koloniyên cezakiriyên wekî ya Kafka yên me jî pir bin, bawer bikin zilamên me yên bi manto jî pir in, wekî ya Oguz ATAY. Bawerî jî heye ku Dostoyevski, Kafka û Oguz Atayên kurdî jî wê pir bin. “Xadim”ên me jî pir in û kesên ku dixwazin “Yekî bikujin” jî hene. Ev mijara çîroknûs e êdî. Divê çîroknûs kêmasiyên civaka me, tirsên me, nakokiyên me yên qet nehatine gotin bibînin. Eyb û şermên me, xeletî û quretiyên me jî derkevin holê, bila vê bikin.”
Piştî gotûbêjê, Çiya Mazî pirtûkê xwe îmze kirin.


