Diyarname
Çar nivîskarên Weşanên Do di Fûara Pirtûkan a Edeneyê de tên pêşberî xwendevanên xwe.
Fûara Pirtûkan a Çukurovayê ku li Edeneyê li dar dikeve îsal di navbera 10-18'ê vê mehê de deriyê xwe li mêvanên xwe vedike. Fûar heta 19'ê mehê her roj di navbera saetên 10.30 û 19'an dê mazûvanî ji bo pirtûkhezan bike. Nivîskar û rexnegir Muzaffer Îzgu îsal "Mêvanê Rûmetê" yê fûarê ye. Îzgu ku li Edeneyê hatiye dinê, digel nivîsên cur bi cur gelek lîstikên şanoyê jî. Ji lîstikên wî "Sînor" û "Dîwar" ji aliyê lîstikvanên Navenda Çanda Mezopotamyayê ve bi kurdî hatin lîstin.
Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Do jî beşdarî fûarê dibe. Weşanên Do wê li salona 1 di nimreya 804/B de vebibe. Nivîskarên Do Yaqob Tilermenî, Salihê Kevirbirî, Dundar Sansur û Îlhamî Ozer jî di vê navberê de (15 û 16'ê mehê) wê li fûarê amade bin bi xwendevanên xwe re sohbet bikin û pirtûkên xwe îmze bikin.
Her wiha Weşanên Evsenselê ku kovara bi kurdî û tirkî Tîrojê derdixe, carinan jî pirtûkên bi kurdî çap dike, ew jî beşdarî fûarê dibe.
Di nav çalakiyên panel û gotûbêjan de nivîskarên kurd jî hene. Nivîskarê kurd Omer Uluçay digel Mansur Ekmekçi, Bekir Dagsever dê di gotûbêja "Di Edebiya Gelê Tirk de Folklor û Helbest" de biaxivin. Gotûbêja ku ji aliyê Komeleya Wêjevanên Çukurovayê ve tê li dar xistin dê 13'yê mehê saet 14.15'an de li dar bikeve.
Çalakiyeke din a fûarê jî bi beşdariya nivîskarê kurd Orhan Miroglu li dar bikeve. Miroglu dê di bin sernavê "Wêjeya Şahidiyê û Rû bi Rûbûna Paşerojê" de derkeve pêşberî mêvanan û qala şahidiya bûyeran û paşerojê bike. Panela Mîroglu ku Weşanên Everestê li dar dixe dê 16'ê mehê saet 15.30'de li dar bikeve.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


