Wan
Li Wanê 300 hezar kesî Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk got Serokomar Gul ji dêvla ku here Amerîkayê bila were Amedê bi gel re rûne.
Pîrozbahiya Newroza Wanê bi muzîkê derket aste herî jor. Piştî muzîkê Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk axivî û balkişand ser bilindbûna têkoşîna gelê kurd. Turk wiha axivî: "Merheba jinên kurd, ciwanên kurd. Berxwedana kurdan dê heta dawiyê bidome. Newroz rojek nû ye. Newroz li hemberî paşverûtî û zilmê berxwedana kurdan e. Newroz roja Musa Anter, Vedat Aydin û Mazlum Dogan e. Newroz bêyî wateya xwe winda bike heta îro hatiye. Îro gelê kurd cardin xwedî li rûmeta xwe derdikeve. Biryarbûna xwe nîşanî hemû cîhanê dide."
'Roj roja berxwedan û serhildanê ye'
Turk banga, "Roj roja berxwedan û serhildanê ye" li gel kir û ev tişt anî zimann: "Kawayan 2 hezar 600 sal berî niha ev roj diyarî me kir. Lê hatina Newrozê ya heta îro rola Kawayên hemdem pir e. Yên zilma 12'ê Rezberê jiyan, di 21'ê adara 1982'yan de Kawayê Hemdem Mazlum Dogan bi sê niftikan mizgîniya Newroza îro da me. Em niha ji ber meşandina têkoşîna wî bi rûmet in. Bi salan xwestin bi îmha û înkarê vî gelî tune bikin. Lê îro li hemberî îmha û înkarê gelê kurd li ser piyan e. Sed hezarên li hemberî zilmê, îmha û înkarê li vir berhev bûne, şahidiya vê yekê ya herî xweşik e."
'Werin projeyên xwe dînin holê'
Turk, bal kişand ser pevçûnên herêmê û wiha got: "30 sal e, ev çiya hatin bombe kirin. Gund hatin vala kirin. Lê belê nekarîn têkoşîna kurd rawestînin. Me got pirsgirêk dê bi diyalog û aştiyê çareser bibe. Lê belê ew qet ne samîmî ne. Di nava lîstikên ku kurdan belav bikin de ne. Gel hişyar bûye. Werin bi dirustî projeyên xwe deynin holê. Efûya gişti derxin. Projeyên ku her kes beşdarî siyaseta demokratîk bibin derxin. Lê belê em dibînin ku tu tişt li ser çareseriyê tune."
Turk, bal kişand ser kuştinên kujerên wan ne diyar û bîrên mirinê û axaftina xwe wiha dom kir: "17 hezar mirovên me hatin qetil kirin. WeNnewroz bi xwînê sor kir. Divê hûn hesabê vana bidin. We hemû çete û Ergenekon xistin dewreyê. Kesên ku mirovên me avêtine bîran hîn têne darizandin. Ger ku hûn samîmî bin divê hûn qatilan darizînin."
Turk, bal kişand ser axaftinên Serokomar Abdullah Gul, axaftina Gul dibêje 'Dê tiştên baş pêk werin' bibîr xist û got: "Lê belê li şûna diçin Sûriye, Îran û Amerîka divê werin Amedê bi kurdan re rûnin. Li hemû cihanê riya aştiyê yek e. Li gelek dewletê cîhanê mînakên aştiyê û diyalogê heye. Ger ku hûn dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe, divê hûn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin"
Ahmet Turk, anî ziman ku Wan dilê kurdan e û divê kurd dilê xwe nedin kesekî din.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
Nûçeyên din ên li ser Newroza 2009'an:
- Li Wanê 300 hezar kes li ser piyan bû
- Şivan Perwer: Emê dev ji azadiya xwe bernedin
- Axaftina Turk, Zana û Baydemîr
- Piştî 30 salan Newrozek li Amedê