Diyarname
Rojnamegere kurd Îsmail Yildiz li Dolapdereya Stenbolê di dema ku nûçe dişopand de hat binçavkirin. Yildiz piştî ku li Qereqola Polîsan a Kasimpaşa şeveke di bin çavan de ma 3'yê vê mehê ew derxistin Adliyeya Beyogluyê pêşberî dozger. Hate gotin ku dadgeheke li Edeneyê biryara bi zorî anîna wî ya dadgehê ku dê îfadeya wî bigire daye, ji ber vê yekê ew girtin.
Yildiz di sala 2010'an de bû yekem rojnameger ku li Tirkiyeyê tê girtin.
Rojnameger Îsmail Yildiz ku di DÎHA'yê de xebitî, di demên dawî de edîtoriya malpera Postager kir, carinan jî nivîsên xwe bi kurdî dinivîsan.
Fermo nivîseke Yildiz a di Diyarnameyê de hatiye weşandir: