Serokomarê Iraqê Celal Talebanî li Mayo Clinic a Amerîkayê emeliyet bû û ji nexweşxaneyê derket.
2'yê vê mehê bi armanca pêkanîna ameliyateke jûniyê xwe yê çepê Serokomarê Iraqê û Serokê YNK'ê Celal Talebanî serdana Amerîkayê kiribû. Piştî ku ji aliyê doktorên Mayo Clinicê ve kontrolên temam jê re hatin kirin derket ku yekek ji derîçeyên dil yê Talebanî tûşî tesgbûnê bûye û paşê bi serkeftiyanê ew emeliyet kirin.
Talebanî piştî kurtedemekê dê vegere Başûr.
Her wiha digel gelek kesan Serokdewletê Dewletên Yekbûyîn yên Amerîkayê (DYA) George W. Bush jî telefonî Talebanî kir û derbasî ji bo wî xwest.
Ji Pukmediayê hatiye girtin