Diyarname
Derhênerê navdar Zekî Okten ji ber nexweşiya reh û dilê rakirin nexweşxaneyê. Li ser rewşa wî dixtor hê tiştekî nabêjin.
Yek ji navdartirîn derhênerê tirk Zeki Ozmen ku heta niha "Kerî" (Senaryo Yilmaz Guney) jî têde bi dehan fîlm kişand, li Stenbolê rakirin Nexweşxaneya Amerîkayê. Rewşan Okten giran e. Dixtor dibêjin ku di reh û dilê wî de pirsgirêk heye lê heta niha der barê başbûna wî de tu agahî pêşkêş nekirine.
Zekî Okten kî ye?
Derhêner Okten di sala 1941'ê de li Stenbolê hatiye dinê. Dema di Lîseya Haydarpaşayê de dixwend dest bi xebatên şanoyê kir. Di sala 1961'ê de di fîlmê derhêner Nişan Hançer ê bi navê "Aci Zeytin" de dest bi karê sînemayê kir. Ew bi derhênerê Yeşilçamê yên wekî Omer Lutfi Akad, Halit Refig, Memduh Un û Atıf Yilmaz re xebitî.
Di nav fîlmên wî de fîlmên wekî "Askerin Donuşu"(1974), "Suru"(1978), "Duşman"(1979), "Kapicilar Krali"(1976), "Çopçuler Krali"(1977), "Faize Hucum"(1982), "Pehlivan" hene.
Wî di14'emîn Şahiya Fîlman a Antalyayê de bi fîlmê "Kapicilar Krali" Xelata Derhênerê Serketî girt.
Wî di sala 1978'an de fîlmê "Suru" (Kerî) ku senaryoya wî Yilmaz Guney nivîsandibû kişand û "Keri" ket nav klasîkên Tirkiyeyê. Bi vi fîlmî di warê navneteweyî de 11 xelat girt. Di sala 1979'an de di Festîvala Fîlman a Locarno û di sala 1980'yî de di 10'emîn Festîvala Fîlman a Navnteweyî ya Antwepê de Xelata Fîlmê Herî Serketî girt.
Okten dûre digel Yilmaz Guney fîlmê "Duşman" (Neyar) kişand. Okten ku li ser pergalê, li ser civakê û pirsgirêkên civakê fîlm dikişand di sala 1999'an de fîlmê "Gule Gule" (Lîstikvan Metin Akpinar, Zeki Alasya, Yildiz Kenter, Eşref Kolçak) kişand, di sala 2006'an de jî "Gulum" kişand ku ev fîlm li ser Derbeya 12'yê Rezberê bû.


