Hunermend Farqîn di sala 1969'an de hatiye dinê, di sala 1988'an de tevî çend hevalên xwe yên xwendekar komeke bi navê "Serdilan" ava kiriye û dest bi karê hunerê kiriye. Ji wê rojê de ku Farqîn di nav karê muzîkê de ye, di sala 1991'ê de albumeke bi navê "Zimanê kurdî zimanê me ye" derxistiye. Dûre di sala 1993'yan de beşdarî Koma Azad bûye. Koma Azad ku heta niha bi navê "Şemal" (1994), "Bihuşta min" (2001) û "Şar" (2004), di van albuman de hunermend Farqîn jî bi deng û awazê xwe cih girtiye.
Hem hunermend Farqîn hem jî Koma Azad niha li Amedê kar û barê xwe yê muzîkê didomîne.
Farqîn albumaxwe ya sola "Roj wê bê" pêşkêş kir û di heman demê de ji bo strana "Roj wê bê" ku navê xwe daye album klîbeke kişand.
Em vê klîbê dikin klîba hefteyê û pêşkêşî we dikin: