Enqere
Mebûsê DTP'ê yê Dêrsimê Şerafettin Halis di meha reşemiyê de pêşnûmaya zagonê dabûku navê 'Tunceli' bi 'Dêrsim'ê bê guherandin. Halis ji bo mesele bê meclisê û li wir bê nîqaşkirin serî li Serokatiya Meclisê dan.
Halis di nivîsa serîlêdanê de got ku dige ku ku anîna navê Dêrsimê çûye ber komîsyonê lê di lijneya giştî ya meclisê de nehatiye nîqaşkirin. Halis, ji ber xala 37'an a rêziknameya meclisê xwest ku pêşnûmaya zagonî bînin lijneya giştî ya meclisê.


