Diyarname
37'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal di navber 10-18'ê sermawezê de li dar dikeve. Ji niha de amarehiyên fûarê dest pê kirin. Ji bo Mêvarê Rûmetê yê îsal jî nivîskar Selîm Îlerî hat hilbijartin.
Fûar ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekir. Di fûarê de bi sedan weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin. TUYAP û Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê bi hev re Mêvarê Rûmetê hilbijartin: Nivîskar Selîm Îlerî.
Îlerî di 30'ê avrêla 1949'an de li Stenbolê hatiye dinê. Heta niha bi dehan kovaran de wî nivîs nivÎsîne. Heta niha nêzî sedî pirtûkên wî yên roman, çîrok, ceribandin, werger, bîranîn, gotûbêj, helbest, senaryo hatine weşandin.
Her wiha heta niha bi ser dehan re wî xelat jî girtine. Di fûarê de li ser jiyana wî dê panel û gotûbêj bêne li dar xistin.


