Diyarname
Saziya şopandina çapemeniyê Ajans Pressê li ser bikaranîna e-pirtûkê lêkolînek kir û encam eşkere kir. Li gor îstatîstîkên vê xebate herî zêde li Çinê bi sedî 24,5 e-pirtûk têne bikaranîn. Bi giştî li dinyayê ev rêje li dor sedî 12,7 e.
Va ne hin îstatîstîkên ji wê xebatê:
- Çîn: Sedî 24,5
- DYA: Sedî 22,7
- Îngilistan: Sedî 20
- Japonya: Sedî 17,3
- Almanya: Sedî 10,4
- Tirkiye: Sedî 6,8
Li gor Ajans Pressê di sala 2020'an de hezar û 447 nûçe li ser e-pirtûkan di çapemeniya Tirkiyeyê de hatine belavkirin. Li aliyê din hatiye gotin ku li Tirkieyê hejmara pirtûkxaneyên dîjîtal zêde dibin.