Diyarname
Arsene Wenger emrek, nêzî çarîk serdemek, tam bi temamî 22 sal in wekî teknîk dîrektorê Arsenalê di Lîga Premier a Îngilistanê de kar dike. Û di maça dawî de li Stada Emirates a li Londonê cara dawî wekî teknîk dîrektor ligel tîma xwe derket sehayê. Di maça ku ligel Burnley hat lîstin de Arselan bi 5-0 bi ser ket.
Wenger ku berê ragihandibû ku dê dawiya salê êdî ne li Arsenalê be ev maça wî ya dawî bû. Ji bo Wenger merasimek hat li dar xistin. Temaşevanan bi coş oxir li wî kir. Temaşevanan tîşortên ku li ser "Merci Arsene" (Sipas Arsene) nivîsandibûn li xwe kirin û di trîbunê de cih girtin.
Wenger di van 22 salan de 3 caran bû Şampiyonê Premier Lîgê, 7 caran jî Kûpaya Federasyona Îngilistanê bi dest xist.
Wekî notek: Li Tirkiyeyê wekî rêje herî zêde jin di nav HDP'ê de hene. Di nav HDP'ê de ji bo jinan sedî 40 kota heye.