CÎHAD HAWRAMÎ/ HELEBCE
Roja 2'yê mehê danê sibê li kampa Zanîngeha Helebce bi amadebûna welatî, mamoste û xwendekarên zanîngehê 1'emîn Festîvala Zanistî û Çandî hat lidarxistin. Armanca festîvalê ew bû ku çanda her du navçeyên Hawraman û Şarezû zindî bikin û carek din nîşan bidin.
Di festîvalê de çanda navçeya Hawraman û Şarezû hat nîşandan. Di festîvalê de gelek beşên cuda yên çandê, çalakiyên çandî yên wekî dawet û stran jî hatin pêşkêş kirin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin


