Diyarname
Di maça Fînlandiya Danîmarkayê de lîstikvanê Danîmarkayê Chiristian Eriksen ji nişke ve li erdê ket û ranebû. Peywirdarên tenduristiyê ketin sehayê û masaja dil kirin. UEFA'yê maç betal kir.
Euro 2020 divê par li dar biketa lê ji ber pandemiyê hat betalkirin. Pandemî gelek bername tevlihev kirin, bandorek mezin li fûtblê jî kir. Loma her pirsgirêk dertên. Îro ji wan bû. Di maça Danîmarka-Fînlandiyayê de li sehayê lîstikvan Eriksen ji nişke ve li ber xêza tacê jixwe çû. Endamên tenduristiyê demek dirêj destwerdana dil kirin û paşê bi sedyeyê ew birin hundir.
Hat ragihandin ku lîstikvan Eriksen li ser hişê xwe ye lê hê jî rewşa wî krîtîk e.
UEFA'yê piştî demek biryar da ku maç ji cihên mayî, yanê ji deqîqeya 42'yan ve bidome û maçê dest pê kir. Di maçê de Danîmarka li pêş bû lê Fînlandiya bi ser ket. Di deqîqeya 72'yan de li ser navê Fînlandiyayê Pohjanpalo golek avêt û maç bi vî awayî bi dawî bû.
Wekheviya Galler û Swîsreyê
Piştî maça Tirkiye û Îtalyayê ya duh di Koma A de maça din îro bû. Galler û Swîsre hatin hemberî hev. Maç li Bakuya Azerbaycanê hat lîstin. Swîsre bi Breeal Embolo di deqîqeya 49'an de bi 1-0 derket pêş. Galiyan di deqîqeya 74'an de bi Kieffer Moore bersiv da û maç bi 1-1'ê bi dawî bû.
Di encama maçên yekemîn ên komê de Îtalya bi 3 pûanan di rêza yekemîn, Galler û Swîsre her yek xwedî pûanek e û Tirkiyeyê hê pûan negirtine.
Maça din a îro di navbera Belçîka û Rusyayê de ye. Maç li gor saeta Tirkiyeyê di saet 22.00'an de tê lîstin.