Amed
Ji bo "Kongreya Rojên Tibê yên Mezopotamyayê" resebsiyoneke li dar ket û di resebsiyonê de Baydemîr wisa got: "Bila fîrmayên dermanan prospektusan bi kurdî binivîsîn."
"Rojên Tibê yên Mezopotamyayê" ji aliyê Odeya Tibê ya Amedê ve tê li dar xistin. Çalakî dê rojên 24-25'ê mehê li dar be. Ji bo vê çalakiyê li Birca Bizinê ya Amedê resepsiyoneke li dar ket. Di resepsiyonê de Hevseroka DTP'ê Emine Ayna, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Yekîtiya Tabibên Tirkiyeyê Prof. Dr. Gencay Gursoy, ji Tirkiye û welatên din gelek mêvan amade bûn.
Ev çalakiyan hekiman yekem car dê bi kurdî li dar bikeve. Di resepsiyonê de Şaredar Baydemîr bi kurdî axaftineke kir. Baydemîr di axaftina xwe de li ser şewba berazan sekinî û wiha got: "Di vê mijarê de dema em li ber nexweşiyê têdikoşin tiştê wekî amûr em bikar tînin dîsa ziman e. Ez pêniyar dikim ku dema fîrmayên dermanan prospektusan amade bikin kurdî jî bikar bînin. Prospektus bi kurdî bê amade kirin ji bo gelê me hînê xetereya vê nexweşiyê bibe dê ji wan re gelek bibe alîkar."
Di resepsiyonê de Serokê Odeya Tabîbên Amedê Selçuk Mizrakli bi îngilîzî, Serokê Rûmetê yê Odeya Tabîban Dr. Tarik Ziya Ekinci jî bi tirkî axaftineke kir.


