Diyarname
Åžaredariya Wanê yekemîn car festîvalekê li dar dixe. Çalakiyên ji festîvalê diyar bûn.
Åžaredariya Wanê bi navê 1'emîn Festîvala çand, Huner û Xwezayê ya Gola Wanê wê 30'ê vê mehê dest pê bike û heta 4'ê tîrmehê bidome. Festîval bi diruÅŸma "Li welatê rojê em bi hunerê li dîrokê dinêrin" li dar dikeve li bendê ne digel navenda Wan û navçeyên wê, ji bajarên derdorê yên wekî Agirî, Culemêrg, Bedlîsê jî gel beÅŸdar bibe. Her wiha ew li bendê ku ji Ermenistan, Îran û Iraqê jî beÅŸdarî pêk bê.
Ev sê meh in ji bo festîvalê amadehî têne kirin. Di festîvalê de çalakiyên çand, huner, dîrok û li ser xwezayê wê bêne li dar xistin û di çarçoveya festîvalê de kolana mezin a Wanê, Kolana Komarê jî wê 4 rojan ji bo trafîkê bigirin û li wê derê stand û pêÅŸangehan vekin.
Festîvala ku giraniya wê dê bi kurdî be, têde konser, panel, gotûbêj, pêÅŸangeh û lîstikên ÅŸanoyê jî wê bêne lîstin. Dîsa di vê festîvalê de wê li taxan jî nîÅŸandayîna fîlman li dar bikeve.
Bernameya festîvalê
Roja yekem
Roja yekem a festîvalê wê bi civîneke taÅŸtê bi beÅŸdariya endamên çapemeniyê li dar bikeve. Di civîkê de wê Tara Caf, Mehmet Atli û Åžêrko bi hunera xwe bibin mêvan.
Dûre wê pêÅŸangeha wêne, fotograf, peyker û vekirina standan bidome. Dîsa reqsên gel, lêdana def û zirneyê, beÅŸdariya koma erbaneyê wê meÅŸeke li dar bikeve. Dûre konsera li Parka Kultur a Keleha Wanê li dar bikeve. Di vê konsera destpêkê ya festîvalê de wê koma NÇM'a Wanê, hunermenda tûnûsî Amel Mathlouthi, Koma Girava Rojê, Hesen Åžerif û Servet Kocakaya beÅŸdar bibin.
Roja duyem
Di roja duyem de wê paneleke bi navê "Ji Dîroka Kurdan Sê reng: Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Saîd-î Kurdî" li dar bikeve. Sami Tan, Lal LaleÅŸ, Åžerefxan Cizirî û Henife TaÅŸkin wê wekî axifger beÅŸdarî panelê bibin.
PiÅŸtî vê panelê wê paneleke din bi sernavê "Li her derê jiyanê çanda tecawizê" di bin moderatoriya Mekiye Ormanci de li dar bikeve û kesên wekî Psîkolog Pinar Saruhan, lêkolînvan Gulçiçek Gunel û Åžaredara Bazîdê Dr. Canan Korkmaz wê baÅŸdar bibin.
Heman rojê wê Navenda Çanda Dîcle Firatê lîstika xwe "Evîna gul û masî" bilîne, dûre jî wê dengbêj Feyzoyê Rizo, Egîdê Cimo, Hemîdê Mecid, Caferê Farqînî, Gazin, Kurdê, Henif û dengbêjên Mala Dengbêjan wê bi klamên xwe derkevin pêÅŸberî gel.
Di dawiya rojê de jî li Parka YaÅŸar Kemal wê konsereke bi beÅŸdariya Grup Nena, Mahabad û Yucel Arzen li dar bikeve.
Roja sêyem
Di roja sêyem de wê gereke ber bi Girava Axdamar û Sûlava Mûradiyeyê ve bê lidar xistin. Li Girava Axdamarê wê Egîdê Cimo bi dûdika xwe, Feyzoyê Rizo jî bi dengê xwe reng li Axdamarê bikin. Di hema kêliyê de wê li Sûlava Mûradiye jî dengbêj klamên xwe bera nav ava Mûradiyeyê bidin.
Êvarê jî bi navê "Li Keleha Wanê Rojava: Li hemberî hemû komkujiyan em berê xwe didin rojê" li dar bikeve û hunermendê kurd Egîdê Cimo û hunermendê ermen Suren Aseduryan bi hev re li mey û dûdikê bidin.
PiÅŸtî vê bernemayê wê xwendina helbestan li dar bikeve. Di vê çalakiyê de helbestvanê kurd Berken Bereh bi kurdî, Hîcrî Îzgoren jî bi tirkî wê helbestan bixwîne.
Heman rojê li Kolana Komarê bi beÅŸdariya Koma Agirê ZerdeÅŸt û Koma Wetan wê konserek li dar bikeve û di dawiya rojê de jî wê Koma Dansê ya NÇM'ê lîstika xwe "Destana Kawa" pêÅŸkêÅŸ bike.
Roja çaran
Roja dawî ya festîvalê de wê du panel pêÅŸî li dar bikeven. Ya pêÅŸî di bin moderatoriya rojnameger Nuri Firat de bi beÅŸdariya Gulçiçek Gunel Tekin, Firatê Dengizî û Mehmet Çakmak bi sernavê "Komkujiya çandî û polîtîkayên alternatîf ên çandî" li dar bikeve. Heman rojên di bin moderatoriya Ayhan Bilgen de bi beÅŸdariya Doç. Dr. Maya Arakon, rojnameger Huseyin Aykol, parêzerê Asrin Hukuk Burosu prz. Îrfan Dundar li dar bikeve. Mijara vê panelê jî "Bi awayekî demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxabatî-muzakere" ye.
Konsera dawî ya festîvalê jî wê li Parka Çandê ya Keleha Wanê li dar bikeve. Di konserê de wê endamên Koma NÇM'a Wanê, Koma Gulên Xerzan, Silb û Sitarî û Serhado wê hunera xwe pêÅŸkêÅŸ bikin.
***
Bi ÅŸertê nîÅŸandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîÅŸandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.