Cemil Oguz
Festîvala Sûc û Cezayê bi merasimekê dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên derhênerên kurd jî hene.
1’emîn Festîvala Sûc û Cezayê ku ji aliyê Zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê ve bi piştgiriya Şaredariya Bahçeşehira Stenbolê tê li dar xisten, êvara 24’ê mehê bi merasimekê dest pê kir. Di merasima ku li Bexçeyê Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê li dar ket de, Wezîrê Çand û Tûrîzmê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay, Serokê Festîvalê û Dekanê Zankoya Hiqûqê yê Zanîngeha Stenbolê Adem Sozuer, hîndekar, rojnameger, sînemager û gelek mêvanên din amade bûn.
Rû bi rû hatina li paşerojê
Dekanê Zankoya Hiqûqê yê Zanîngeha Stenbolê Adem Sozuer di axaftina xwe ya destpîka festîvalê de got ku mirovan ji bo şîna Adnan, Menderes, Deniz (Gezmiş), Erdal (Eren) bidomînin navên wan li zarokên xwe kirin. Gere em bi paşeroja xwe re rû bi rû bibin lê bi axaftinê, bi nîqaşkirinê, ne bi şer. Ger em vê rû bi rûbûna bi paşerojê re em bi pêvajoyên şaş çêbikin, emê şînên nû, travmayên nû derxin holê. Ji bo vê rû bi rûbûna paşerojê em vê festîvalê li dar dixin.
Di festîvala ku heta 30’ê vê mehê li dar de ji 40 welatî li dor 80 fîlmî têne nîşandayîn.
Fîlmên li ser sûc û cezayê
Festîvala ku li Tirkiyeyê di warê xwe de yekemîn de dike ku di warê hiqêqê, binhêkirina mafên mirovan de hem fîlmên ku li ser sûc û cezayê hatine kişandin pêşkêş bike, hem jî bi panel û sempozyûmên ku dê li dar bixe balê bikişîne ser vê yekêb
Fîlmên festîvalê li Salonên Amfiya Yekemîn a Zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê û Salona Doktorayê (fîlmên li van her du deran bê pere), dîsa li Salona Sînemaya Beyogluyê ya li Beyoglu, li salona Sînemayê ya City Life ya li Nîşantaşi û li Salona Şanogeha Muhsin Ertugrul a Bahçeşehîrê (fîlmên li van deran jî bi buhaya 6 û 4 TL’yar) têne nîşandayîn.
Di festîvalê de fîlmên di bin beşên wekî “Hiqûq û mafên mirovan ê daliqandî”, “Teraziya edelatê”, “Eşq û sûc, aşq û ceza”, “Çîrokên sûcê”, “Panorama”, “Pêşbaziya kurtefîlman” de têne nîşandayîn.
Fîlmên kurdan û hinên balkêş
Di festîvalê de fîlmê derhênerê kurd Şiyar Ebdî yê bi navê “Meş” ku di beşa fîlmên metrajdirêj de ye tê nîşandayîn. Di beşa pêşbaziya kurtefîlman de ji çend kurtefîlmên derhênerên kurd hene. Ji van “Piştî Îlonê” yê Ramazan Guneş, “Torosên Cinawir” ê Firat Yavuz, “Xwîn” ê Serhat Karaaslan hin jêne.
Di festîvalê de belgefîlmê Necati Sonmez “İbret Olsun Diye” (li ser darkekirinên li Tirkiyeyê), “17 Saet / 17 Hours” ê derhênerê spanyolî Chema de la Pena (li ser 200 leşkerên ku parlemena Spanyayê dagir dikin û 350 mebûsan dîl digirin), “Revandin û kuştin / Secuestro Y Muerte” yê Rafael Filipelli (li ser salên 70’ê yên Arjantînê), “Eylul” ê Atif Yilmaz, “Golgeler ve Suretler” ê Derviş Zaim, “Rû bi rûbûna bi Komkujiyê re / Facing Genocide” ê David Aronowitsch (li ser salên 1975-79 ên li Kamboçyayê ku dewletê komkujî pêk anîbû) û gelek fîlmên din ên balkêş li benda temaşevanan in.
Semîner û panel
Di festîvalê de gelek semîner û panel jî hene. “Di dîroka Tirkiyeyê de Derbeyên Leşkerî”, “Ji aliyê perspektîfa hiqûqî ve li Tirkiyeyê Derbe”, “Polîtîkayên derbeyê”, “Piştî Şerê Sar pêşketinên li Yekîtiya Sovyeta bere”, “Di çarçoveya sûc û cezayê de psîkiyatrî û sînema”, “Eşq sûcek eşq?” hin ji wan in. Her wiha sempozyûma “Di çarçoveya dewleta hiqûqî de rû bi rû bûna bi paşerojê re” jî heye ku du rojan dê bidome. Dîsa yek ji xebatên festîvalê jî “Semînerên Sînemayê” ne ku roja 23’yê mehê dest pê kirin, 24’he mehê dom kirin û di 26’ê mehê de bi dawî dibin. Di van semîneran de jî Ayla Algan, Semir Aslanyurek, Ugur içbak, Onur Saylak, Alper Kirklar, Umit Unal û Yamaç Okur her yek di warê xwe de dersê didin.