Li Amedê bi kurdî 'Rojên Belgefîlman' li dar dikeve
Diyarname
Þaredariya Kayapinara Amedê bi kurdî Rojên Belgefîlman li dar dixe. Kesên bixwazin belgefîlmên xwe biþînin divê heta 21'ê adara 2011'an berhemên xwe bigihînin ber destê amadekaran.
Ji bo radihandina li darxistina 1'emîn Rojên Belgefîlman a Amedê li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn bi beþdariya Cîgirê Þaredarê Kayapinarê Îhsan Avci, Berpirsê Sînemayê Ozkan Kuçuk û Midûrê Karên Çandî û Civakî ya Navendê Aydin Bolkan daxuyaniyeke çapemeniyê hate li dar xistin.
Pêþî Îhsan Avci axivî û da zanîn ku li bajarên cur bi cur festîval li dar dikevin, belgefîlmên ku bi awayekî hatine sansurkirin û negihane gel ewê bigihînin gel
Rojên Belgefîlman ku îsal yekemîn car e li dar dikeve dê pirzimanî be lê di serî de bi kurdî. Belgefîlmên bi kurdî bin dê bêne nîþandayîn, yên ne bi kurdî bin jî dê bi jêrnivîsa bi kurdî bêne nîþandayîn. Belgefîlm di warê pêþbazî û di warê nîþandayînê, di du waran de bêne nîþandayîn.
Rojên Belgefîlman ku di navbera 18-24'ê avrêla 2011'an de wê bê li dar xistin armanc ew e ku sînemaya belgefîlman bigihêje civakê û geþkirina çêkirina belgefîlman teþwîq bike.
Rojên Belgefîlman piþtgirî dide xebatên ku derhênerên jin çêkirine, her wiha Rojê Belgefîlman ji bo ku karibe piþtgiriya gihandina sînemagerên ciwan bike di salên pêþiya me de dê ji bo fîlmên ku di asta projeyê de ne foneke ava bike.
Amadekarên Rojên Belgefîlman ên Amedê diyar kirin ku ev xebata wan di heman demê de dê ji bo danasîna bajar û heremê jî roleke gelek girîng û mezin bilîze.
Amadekaran wisa dawî li axaftina xwe anî: "Em bawer dikin ku ew ê Rojên Belgefîlman ên Amedê ji vê salê ve dest pê bike û di salên pêþiya me de wek dibistaneke belgefîlman fonksiyona xwe bilîze."
Ji bo kesên eleqedar þertên serîlêdanê û tiþtên têne xwestin:
ÞERTÊN SERÎLÊDANÊ
1- Ji bo pêþbaziyê belgefîlmên di 2010-2011’an de hatine çêkirin bêyî ku ji bo mawe û mijarê sînor hebe dikarin serî lê bidin.
2- Ji bo beþa danîþanê, belgefîlmên 2009’an jî dikarin serî lê bidin.
3- Ji bo belgefîlmên ku di demên berê de beþdarî mihrîcanan bûne an jî di van mihrîcanan de xelat wergirtine di serîlêdanê de tu astengî tune ye.
4- Heman derhêner ji belgefîlmekî zêdetir nikare serî lê bide.
5- Divê materyalên serîlêdanê herî dereng di 21 Adar 2011’an de bi dest an jî bi posta-kargoyê bighêje Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn.
6- Ji bo hilbijartina belgefîlmên pêþbaziyê ew ê bijartineke pêþ were kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Pêþ, belgefîlmên ku ji bo pêþbaziyê hilnebijartiye dikare ji bo danîþanê pêþniyar bike. Xwediyê fermî yê belgefîlmê ger nexwaze li derveyî pêþbaziyê belgefîlmê wî/wê were nîþandan divê herî dereng 5 Avrêl 2011’an bi nivîskî ji rêveberiya mihrîcanê re ragihîne.
7- Belgefîlmên ku ji bo pêþbaziyê hatine hilbijartin ger zimanê axaftinê ne kurdî (kurmancî) bin herî dereng divê di 15 Avrêl 2011’an de kopiyên wan ên danîþanê ên bi jêrenivîsa kurdî an jî lîsteyên wan ên axaftinê bighînin navenda mihrîcanê.
8- Hemû belgefîlmên ku xwediyê helwesteke demokratîk û ji mafê zarok û jinan re hurmetkar e, dîsa êrîþî nirxên têkoþînên civakî nekiribin dê ji bo danîþanê têkevin nava bernameyê.
9- Kopiyên DVD ên belgefîlmên ku ji bo serîlêdane hatine þandin dê ji xwediyê wan re bi þûn ve neyê þandin û dê di Beþa Sînemayê ya Akademiya Cegerxwîn de bibe arþîv û di perwerdehiya sînemayê de ji bo lêkolînê dê were bikaranîn.
10- Xebatkarên Þaredariya Kayapinarê û yên Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn nikarin ji bo beþa pêþbaziyê serîlêdan bikin. Lê ji bo beþa danîþanê dikarin serî lê bidin.
11- Peywira biryarê ya ku di mijarên ku di vê rêziknameyê de nehatiye nivîsandin de ayidî Lijneya Rêvebirina Rojên Belgefîlman ên Amedê ye.
12- Lijneya Hilbijartina Pêþ û Lijneya Pêþbaziyê dê piþtre were ragihandin. Forma serîlêdanê dikare ji malper û navnîþanên hatine diyarkirin were bidestxistin…
MATERYALÊN KU JI BO SERÎLÊDANÊ TÊNE XWESTIN
Bi forma serîlêdanê ya destnîþankirî re;
1-3 heb kopiyên DVD ên belgefîlm (ger guncan be bi jêrenivîsa kurdî be)
2-Sînopsîsa belgefîlm (Tirkî, Kurdî û Îngilîzî)
3-Lîsteya axaftinê ya orjînal a belgefîlm
4-Kurtejiyana derhêner (Tirkî, Kurdî, Îngilîzî)
5-Afîþa belgefîlm (Li ser kompîterê)
6-3 heb wêneyên ji belgefîlmê (Li ser kompîterê)
7-1 heb wêneyê derhêner (Li ser kompîterê)
SEKRETERYA
Hemû xebatên Rojên Belgefîlman ên Amadê dê ji hêla Lijneya Rêvebirina Rojên Belgefîlman ên Amedê ve were meþandin.
Li ser navê Lijneya Rêvebirinê peywira sekreteryayê dê ji hêla Ozkan Kuçuk ve were meþandin.
Pêwendî
Navnîþan: Kayapýnar Belediyesi Cegerxwin Gençlik Kültür ve Sanat Merkezi Diclekent Bulvarý Park Ormaný yaný- KAYAPINAR-DÝYARBAKIR
Telefon: 0412 251 92 95- 251 92 96
e-mail: diyarbakirbg@hotmail.com
www.diyarbakirkayapinar.bel.tr
www.cegerxwin.net
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.