Diyarname
Çend roj berê polîsan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê de girtibû û dest danîbûn ser çapxaneyê. Bi serdegirtinê re xebatkarên çapxaneyê hatibûn binçavkirin, îro 20 xebatkarên çapxaneyê derxistin pêÅŸ dadeger û ew hemû hatin tewqîfkirin.
Ew derxistin 11 û 12'emîn Cezaya Sulhê. Di Dadgeha 11'emîn Cezayê Sulhê de Cumali Oz, Mehmet Kadir Ozkara, Mursel Demir, Ozgur Bozkurt, Kemal DaÅŸdogen, Suleyman GuneÅŸ, Muhammet Ozkan û Ugur Selman Kelekçiler bi îdîaya "Bi xwestek û bi zanebûn alîkariya rêxistinê kirine" hatin tewqîkirin.
Dadeha 12'yemîn Cezayê Sulhê jî bi îdîaya "Emdamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" ev kes tewqîfkirin: Kasim Zengin (xwediyê çapxaneyê), Erdogan Zamur, Cemal Tunç, İhsan SinmiÅŸ, İrfan Karaca, Kazim Goçer, Mehmet Emin Sumeli, Musa Kaya, Sadettin DemirtaÅŸ, Necat Hizarci, Polat Arslan û Mahmut Abay.