Diyarname
Heta niha tenê Bogazîçî karibû bikevi nava 200 zanîngehên herî serketî yên li dinyayê niha lê her tişt berevajî bû û ast daket.
Li gor nûçeya di rojnameya Bîrgunê de hat weşandin ji Tirkiyeyê tenê Zanîngeha Bîlkent (BU) kariye bikeve nava lîsteya 500 zanîngehên herî serketî. Zaningeha BU di nav lîsteyê de di rêza 400'emîn de cih girtiye.
THE'yê di sala 2012'yan de lîsteya zanîngeha weşandibû, wê çaxê Zanîngeha Bogazîçî di rêza 200'emîn de cih girtibû û ji bilî wê tu zanîngeha ji Tirkiyeyê neketibû lÎsteyê. Piştî ku Hikumeta Tirkiyeyê bi KHK'yan (Biryarên di Hukmê Zagonê de) dest navê zanîngeha û bi taybetî dest avêt Bogazîçî û rektorek wekî kayyûm şand ser zanîngehê ast ket. Bogazîçî niha di lîsteyê de 300 derence xartir çû û di rêza 500'î de cih girt.
Zanîngeha Ortadogu Teknîk (ODTU) ku berê di rêza 550 de bû niha daket 800'î.
Zanîngeha Enqereyê ku bi KHK'ê 72 akademîsyenên wê hatin îxrackirin neket nav 800 zanîngehên pêşî jî.
THE ji 13 aliyan ve zanîngehan dinirxîne û li gor wê rêzeyê çêdike. Niha di serê lîsteyê de ji Îngilistanê Zanîngeha Oksfordê heye. Ji DYA'Yê "California Institute of Technology (Caltech)" di rêza duyemîn, û dîsa ji DYA'yê "Stanford" jî di rêza sêyemîn de cihê xwe girt.