ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ
Lîsteya ‘Niştîmanî' ji berî çend rojan ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê ji aliyê Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperwerî ve hate avakirin û îro Dr. Yusif Mihemed yê ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê îsîfa kir, kirin serokê vê lîsteyê.
Berdevkê Hevpeymaniya ji bo Demokrasî û Dadperwerî Dr. Rêbwar Kerîm li ser mijarê ev agahî dan ajansa me; "Dr. Yusif Mihemed bû serokê lîsteya me ya nû ya lîsteya ‘Niştîmanî’ ya ji bo hilbijartinê. Çend aliyan pêwendî ligel me danîne, ji bo beşdarî koalîsyona me bibin. Lê me li ser çend mercan li hev nekir."
Rêbwar Kerîm navê aliyên xwestine beşdarî koalîsyona hersê aliyan bibe eşkere nekir.