Diyarname
Li Almanyayê bultena nûçeyan ya herî zêde tê temaşekirin, bultena bi navê “Tagesschau” ye. Ev bernameya nûçeyan ji sala 1956’an ve tê weşandin û yek ji bernameya herî bi prestîj ya qanala yekemîn ya dewletê ARD’ê ye. Ji bilî van taybetmendiyên Tagesschau, taybetmediyeke din ya wê jî heye; Li Almanyayê tenê di Tagesschau de nûçe ji kameraya bi teleprompter nayên xwendin û moderator hemû nûçeyên xwe ji kaxezê dixwînin.
Ji bo vî şêwazê pêşkêşkirina nûçeyan jî zîrektiyeke mezin ya pêşkêşvanan pêwîst e û ji wê yekê tenê pêşkêşvanên xwedî vê zîrektiyê dikarin di Tagesschau de kar bikin. Yek ji van pêşkêşvanên zîrek yên li Almanyayê jî Jens Riewa ye. Lê belê ji berî salan di dema pêşkêşkirina bulteneke Tagesschau de zîrektiya Riewa bi peyva “Kurd” serûbino bû.
Dema Jens Riewa li şûna peyva “Kunde” (Mişterî) peyva Kurden (Kurd) dibêje, kenek lê mislet dibe û bi vî awayî pêşkêşvaniya wî ya cidî ji dest diçe. Li şûna ku bibêje “ji her du mişteriyan yek…”, ew dibêje “ji her du kurdan yek…” Riewa ji wê çewtbikaranîna peyvê û pê de heta dawiya bultena xwe bêyî kontrol dikene. Em nizanin di dema weşanê de çima kurd hatin bîra Riewa lê vî dîmenî bala gelek kesan jî kişandiye. Ji roja ev dîmen di Youtube de hatiye bicihkirin ve, heta niha derdora 100 hezar kesan ev video tikandiye.
Kerem bikin va ew dîmen:
http://www.youtube.com/watch?v=JIQM_Vd1PW4&hl=de


