Diyarname
Dengbêj û Hîp Hop dê bi hev re heman dîkê derkevin konserê û bi hev re duetê bikin.
Koma muzîkê ya reşik a navdar CTZN komeke hîp hopê ye. Ev koma ji DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) komek navdar e û muzîka hîp hopê dike. Dengbêj Mihemedê Serhedî ku bi salan e dengbêjiyê dike li Bakur bi têra xwe tê nasîn. Niha ev kom CTZN û dengbêj Mihemedê Serhedî li Stenbolê, di konsereke de bi hev re derdikevin ser dikê. Konserê organîzetor Şafak Mehmetoglu bi rê ve dibe. Li gor gotina Mehmetoglu ji bo çandên dinyayê bînin ba hev û nîşan bidin ku çanda kurdan di asta çanda dinyayê de ne ev konser amade kiriye.
Konsera dueta dengbêj û hîp hopê êvara 5'ê tîrmehê saet 21.00'an de dê li The Mekan'ê (li Taksîma Beyogluyê ye) li dar bikeve.
Li gor gotina Şafak Mehmetoglu ji bo gelek kes bikaribin bên temaşe bikin buhaya bilêtan bi 10 TL diyar kirine. Di saet û nîva konserê de dê dengbêj Mihemedê Serhedî û muzîkarên DYA'yî hem stranên xwe bi awayekî solo bibêjin, hem jî bi hev re bistrên.
Ji bo kesên eleqedar:
The Mekan
Atıf Yılmaz Cad. Küçük Bayram Sok. No: 1, Kate 2 Taksim
Tel 0 532 607 35 25
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
'Kurt Tarîhî' nivîsî: "Di Osmanî de 'Kurdên Sadiq' û 'Kurdên Wehşî'"
Ji bo têkilî û xwestina kovarê:
www.kurttarihi.org
0532 173 25 09
kurttarihi@yahoo.com