Diyarname
Enstîtuya Patente ya Tirk li Tirkiyeyê serîlêdanan qebûl dike û ew amûr ê ku derê be erê dike. Vê saziyê niha erê kir ku ev qedayîf aîdê Amedê ye.
Hinan nîqaş dikir ku ev qedayîfa Amedê ne ê Amedê yê Çewligê ye. Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê (DTSO) di bin serokatiya Serokê DTSO Ahmet Sayar de di sala 2014'an de serî li Saziya Patentê dabû. Ji Çewligê jî serîlêdaneke bi vî rengî çêbûbû. Niha encam derket û saziyê biryar da ku ev qedayîf aîdê Amedê ye.
Serokê DTSO'yê Ahmet Sayar ji tora civakî ev encam ragihand û got: "Enstîtuya Patentê ya Tirk erê kir ku qedayîf aîdê Amedê ye, bila ji bo amediyan pîroz be."
Saziya patentê di serîlêdanan de tiştê ji bo wê serîlêdan hatiye kirin ji gelek aliyan ve dinirxîne, her wiha ger tiştê xwarinê be di labarotuaran de tehlîlan dike û biryarê dide. Bi vê encamê li nav kurdan nîqaşeke din jî bi dawî bû.


