Diyarname
Zarokên di navbera temenê 10 û 17'an de bûn mêvanê Siyaset Meydani û dîtinên xwe anîn ziman. Dîtinên zarokên kurd balkêÅŸ bûn.
Ji Batman, Mêrdîn, Culemêrg, Erzerom, Dêrsim jî têde, ji bajarên wekî Trabzon, Stenbol, Edirne, Konya û hwd. zarokên di navbera temenê 10-17'an de bûn mêvanê Siyaset Meydani ku Ali Kirca amade dike û bi rê ve dibe.
Di bernameyê de derket holê ku zarokên kurd di warê siyaset, çand û ziman de xweÅŸ dîtinên xwe anîn ziman digel ku ev nêzîktêdayîna wan beramberî reaksiyonên tûj jî hat.
Zarokek ku ji Culemêrgê hatibû di beÅŸa yekem a bernameyê de dîtinên xwe anî ziman lê di beÅŸa duyem de diyar bû ku hatibû huÅŸkirin (ha bi gotin, ha bi awiran) bêdeng ma.
Di bernameyê de tiÅŸtê herî balkêÅŸ jî ev bû: Zarokên kurd ji bo ku nebûna gelek tiÅŸtan a li bajarên xwe nîÅŸan bide, wisa digot, "Li bajarê me Luna Park nîn e." Derket holê ku ne li Batman, Dêrsim, Erzerom û Culemêrgê Luna Park nîn e.