Diyarname
Yenî Sahne ku li Batmanê xebatên hunerî dike bernameya xwe ya meha reşemiyê eşkere kir. Bernameya Yeni Sahneyê 1'ê mehê bi nîşandayîna fîlmekî dest pê lîstika û 28'ê mehê bi lîstika Bûka Lekî bi dawî dibe.
Di nav bernameyê de lîskikên şanoyê, fîlm û konser hene. Ligel vê 14'ê mehê di Roja Evîndaran de Valentina Kurdî, atolyeya Sêva Mêxekrêj heye.
Bername bi vî rengî ye:
- 4 reşemî: Şano, Seyrana Li Çeper
- 1, 8, 15 û 22 reşemî: Nîşandayîna fîlman
- 9 reşemî: Şano, Serbaz
- 10 reşemî: Şano, Morî
- 11 reşemî: Şano, Notre Dame'in Kamburu
- 14 reşemî: Valentina Kurdî, atolyeya Sêva Mêxekrêj
- 16 û 23 reşemî: Şano, Forsa Şêrko
- 17 reşemî: Şano, Cimri (lîstik 25'ê mehê jî diçe Mêrdînê)
- 18 reşemî: Şano, Tirş û Tehl
- 19 reşemî: Masîreşkê Biçûk
- 20 reşemî: Şano, Dek û Dolabên Scapen
- 21 reşemî: Şano, Cimri
- 24 reşemî: Konser, Egît Işik
- 28 reşemî: Şano, Bûka Lekî
Ji bo têkilî: 0545 234 04 66