logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Helbest û roman

Rexnegirê Fransî yê navdar Jean-Yves Tadié di pirtûkekê de bi sernavê “Çîroka Helbestê” dibêje, “Her romanek bi hêza qes

  • Dîrok: 01/01/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Cano Şakir

Rexnegirê Fransî yê navdar Jean-Yves Tadié di pirtûkekê de bi sernavê “Çîroka Helbestê” dibêje, “Her romanek bi hêza qesîdeyekê ye. Her qesîdeyek jî di astekê ji astan de çîrok e.”


Helbest û roman bi gelek şêweyan ji hev cuda bin jî di wê xalê de digihin hev û tu wê nikaribî wan herduyan ji hev cuda bikî, û xala hanê jî warê wan ê hevpar edebiyat e. Ango ser bi yek kokê ne û mala herduyan jî wêje û edebiyat e.


Peywendiya di navbera roman û helbestê de peywendiyeke heta dawî hevbeş e. Roman bêyî helbest nikare bibe roman!


Di heman demê de jî helbest jî bêyî hûner û rêbazên romanê nabe helbest. Helbet, heger helbesta rasteqîn be.


Jixwe, heger em hinekî vegerin çanda xwe ya zargotinê, em ê vê baş destnîşan bikin. Di civat û rûniştinên me Kurdan de dema ku helbest dihatin xwendin, gelek caran çîrok û serpêhatî jî bi helbestan re dihatin hûnandin. Dûre, ev çîrok û serpêhatî dibûn mîna heyvanê çîrok, roman û destanan.


Yanî helbest her gav di nav civakê de li pêş û amade bû, bi taybetî di dîroka edebiyata Kurdî de, dîroka helbestê pirr li pêşiya dîroka romanê ye. Destanên mezin yên dîroka me wek Mem û Zîn û çîrokên qehremaniyê jî bi helbestê hatine gotin.


Ji helbestê  serpêhatî, çîrok û destanan çarçove girtine û helbest estetîk û bedewiyeke mezin û  zêdetir dide wan. Ango ew çîrok, serpêhatî û romanên ku îro bi şêweyê pexşanê têne vegotin, berhema wan destan û çîrokan in ku helbest çavkaniya wan e.


Em li vir dikarin bibêjin, vebêjerê çîrok û romanê, bi awayekî ji awayan hoste ye, şirovekarê helbestê bi xwe ye û di heman demê de ji giyanê helbestê çîrok û romanê berhem tîne.


Mînaka vê yekê di gotinên romannivîsê Spanî Ernesto Sabato (2011´am wefat kiriye) de heye: “Pexşan roj e,  helbest şev e.” Ez vê yekê vekirî dibêjim, romanek nîne ku bi hestên helbestê nehatibe hûnandin.


Heger em bala xwe baş bidinê, di nava lêger û tevgerên romanê de hertim derbirîna helbestvanî amade ye û zimanê helbestvanî li pêş e, û mijara herî sereke ye. Ji ber wê nebûna vî zimanê helbestvanî de jî, hunerê vegotinê nîvco û seqet dimîne. Ji ber ku roman dikare bi riya van îfadeyên helbestvanî xwe ji zimanê devokî û rojane rizgar û cuda bike.


Esas, helbest zimanekî têrwate ye, hêzê û derbirînê dide romanê. Wêneya hunerî ku mîna wênegirekî fotografî bi kameraya xwe digire, romannivîs wê diguhere bo wêneyekî dahêner û bi peyvan, wêneyekî cuda ji realîteyê jê çêdike û tîn û germiyê dide wateya peyvan.


Li wir xwînêr dikare wê hişyariya helbestê tê de bibîne ku di naveroka pirraniya romanan de tê dîtin û timî helbestvanî di romanê de reng dide û li ser wê serdest e. Lewra em dikarin bibêjin, helbest peyvan li ser romanê ferz dike. Ev jî dema ku konteksta vegotina bûyeran û pêvajoya vegotinê hevahengî, rewan û zelal bike, dibe. Îca, li vir ew zimanekî rewan û xwerû dide romanê.


Helbet pêwistiya romanê bi çîrokbêjiyê heye da ku bûyeran vebêje. Divê hin caran ev çîrokbêjî winda be û rê bide dengekî din di nav metnê de vegotinê ragire û hest, helwêst û karvedanên xwe nîşan bide. Rengek ji helbestê û awazek ji vî dengî distîne, pêkan e têgiheke wek “ez a lîrîkî” ji bo vî dengî bê bikaranîn ku rê xweş dike ji bo amadebûna lîrîkbûna helbestê di hûnandina metneke romanê ya vegotinê de.


Herçî asta têkildariya roman û helbestê di hundirê metnan bi xwe de ye, ev girêdayî metnan bi xwe ye û pêkan e helbestvaniya teksta romanekê zêde be û di teksteke din de helbestvanî kêmtir be. Ev li ser hunerê romannivîs û mijara romanê jî dimîne. Ango heta çi radeyê û çiqasî mijara romanê rê dide helbestê ku ew serdest be.


Pêkan e nivîskar bi huner be, lê wek mînak, babeta romaneke dîrokî rê nade zimanê helbestvanî serdest be. Yan nivîsandina romaneke sozdarî eşq û evînî bi zimanekî hişk û ziwa nayê nivîsandin û heger wiha be, girîngiya romanê kêm dike.


Lê li vir em qet ji bîr nakin ku çarçoveya romanê berfirehtir e û jiyanê bi hemû aliyên wê yên cuda li xwe digire. Yê romannivîs bi riya dîtînên xwe yên takekesî hişyariya kolêktîf û nêrîna giştî yên ew bi metna xwe derdibire, nîşan dide.


Yê helbestan jî, herçî ew e, ew xeyala xwe fereh dike û dest davêje hunerê xwe yê taybet û peyvan li dûv hev rêz dike û dixemilîne.

31.12.2019, Yenî Ozgur Polîtika


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Fransayê bi deh hezaran kes daketin qadan

ad

Hejmara 4'an a Dilname derket

ad

Êdî pîlotên kurd ên jin jî hene

ad

"Mustafa" di televîzyonê de tê nîşandayîn

ad

Gotina Hefteyê: 'Ji me nexwazin', 'emê bixwazin'

ad

BDP di hilbijartinê de piştgirî dide serbixweyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname