Diyarname
Arşîva muzîkê ya koma Queen bi mîlyarek sterlînî hat firotin. Bi vê yekê ket nava dîroka muzîkê ya dinyayê.
Koma Queen di sala 1970'yî de li Londona Îngilistanê ji aliye May û Taylor ve hate avakirin. Wan berê ligel komek bi navê Smile karê muzîkê dikir. Di koma Quen de ligel May û Taylor di vokal û piyanoyê Freddie Mercury hevkarî dikir. Salek din bi basê John Deacon beşdarî wan bû. Albuma wan a yekem di sala 1973'yan de hat belavkirin.
Kom bi singleyên "Seven Seas of Rhye" û "Killer Queen" li Qraliyeta Yekbûyî navdar bûn; li dinyayê di sala 1975'an de bi "Bohemian Rhapsody" navê wan belav bû. Bi ev strana ku Mercuriy nivîsandibû re li dinyayê êdî navê wan belav bûbû.
Li gor nûçeya Variety niha hemû arşîva wan bi mîlyarek sterlînîfirotin Sony. Di nav arşîvê de stranên hît ên wekî “Another One Bites the Dust", "Bohemian Rhapsody" û "Radio Ga Ga" jî hene.
Di nav peymanê de performansên wan ê yekser (zindî) nîn in ku mafê wan di destê endamên komê Brian May û Roger Taylor de ne; ew hê ligel stranbêj Adam Lambert derdikevin ser dikê.
Berî vê di sala 2021'ê de mafên muzîkê yên Bruce Springsteen bi 500 mîlyon dolarî hatibû firotin.


