Diyarname
Heta niha kesî ji bo lîstikvanekî ew qas israr nekiribû, kesî ew qas pere nedabû. Belê PSG'ê ji bo lîstikvanê Barselona Neymar tam 222 mîlyon Euro pere da û rekor şikand.
Bonservîsa Neymar di destê Barselonayê de bû. Paris Saint Germain (PSG) di transfera Neymar de israr dikir. Barselonayê ji bo Neymar 222 mîlyon Euro bonservîs xweşt. Û PSG'ê ew pere da. Îro ji klûba Barselonayê îro daxuyand ki PSG'ê ev borservîsa Neymar daye. Klûbe got ku ji ber vê pereyê zêde rewşek dîsîplînê heye yan na dê kîteyên transferê ragihîne UEFA'yê.
Bi vê buhayê Neymar di dîroka fûtbolê de bû lîstikvanê herî buha. Di sala 2015-2016'an de Manchester United ji Juventusê lîstikvan Paul Pogba bi 105 mîlyon Euroyî transfer kiribû ku rekora dinyayê heta niha ev bû.
Lîstivan Neymar li Barselonayê di 186 maçan de lîst, tam 105 gol avêt û 80 asîst kir. Lîstikvanê 25 salî bi vê transferê ket nav dîroka fûtbola dinyayê. Neymar heta 30'yê pûşpera 2022'yan dê li PGS'ê bilîze. Li gor kîteyên din dê PSG her sal 45 mîlyon Euro bide Neymar û bi vî awayî maliyeta Neymar bi ser PSG'ê de derdikeve 400 mîlyon Euroyî.