Diyarname
Hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn ku niha dê li Îtalyayê pêşangeheke mezin veke, çapemeniya Îtalyayê li ser wî nûçeyan çêdike. Îl Manifesto pêşaneha wî wekî “Hunera berxwedanê” bi nav kir.
Hunermend Ahmet Guneştekîn piştî du pêşangehên mezin ên li Stenbol û Enqereyê vê carê li Venedîka Îtalyayê pêşangeheke mezin vedike. Pêşangeha Guneştekîn dê roja 29'ê gulanê vebe ku di heman demê de Bîenala Venedîkê jî heman demê deriyên xwe vedike. Guneştekîn li “Arsenale Docks” ya Venedîkê pêşangeha “Momentum of Memory” (Tevgera Bîrê) vedike ku pêşangeh ji niha de gelek bala çapemeniya Îtalyayê kişand.
Yek ji rojnameyên dîrokî yên Îtalyayê Il Manifesto pêşangeha Guneştekîn bi sernavê “Berxwedana hunerê” ragihand xwendevanên xwe.
Di nûçeya Il Manifesto de cih dan gotinên kurator û rexnegir Beral Madra ên di pêşgotina pirtûka pêşangehê de cih girtibûn.
Rojnamyê di nûçeyê de pêşangeh bi gotina “Dîroka ku hatiye înkarkirin vedigere Venedîkê” hatiye nasandin, li ser jiyana Guneştekîn agahî hatine pêşkêşkirin û ji bo pêşangehe gotine: “Ev pêşangeh diyariyeke ji bo çand û civakeke ku wekî tune hatiye hesibandin.”
Pêşangeha Guneştekîn a bi navê “Momentum of Memory” heta 23’yê gelawêjê dê li “Arsenale Docks”, ya li “San Pietro di Castello” No. 40’î de vekirî be. Di pêşangehê de gelek berhemên wî cih digirin. Yek ji wan û ya herî navdar jî "Rûbirûbûn" e. Rûbirûbûn li ser Helebçeyê ye ku Sadam Huseyîn bi hezaran kurd bi çekên kîmyewî kuştibûn. Ji bilî vê Guneştekîn hin vîdyo jî amadekirine ku navên “Bîr”, “Înkar”, “Dûdik”, “Ziman” lê kirine. Bi van jî balê dikişîne ser van mijaran. Her wi enstalasyona wî ya bi navê “Recm” jî di pêşangehê de derkeve pêşberî temaşevanan.
Rojnameya îtalî ku cihek fireh daye guneştekîn, di nûçeyê de balê dikişîne ser gotina Beral Madra a wekî “Di dema ku dîrok têgeh û nirxên nû yên hem ji bo niha hem ji bo pêşerojê dernexe holê hunera dîtbarî wekî navbeynkarek, wekî rênîşandarek û wekî gaveke bizanebûn derdikeve holê” û dibêje ku pêşangeh dê temaşevanan bi rastiyên ku derneketine ber ronahiyê re rû bi rû bike.
.jpg)


