Diyarname
Hunermenda lubnanî Hayat Nazer li Bêndera Beyrûdê, li cihê teqînê peykera jineke bi tiştên ji teqînê mayî, bi cam û tiştên din çêkir.
Li Bêndera Beyrûda Lubnanê roja 4'ê gelawêja 2020'an di embara çekan de deqînek mezin çêbûbû. Teqîna ku di embara 12'yan de çêbû bû sedema mirina 180 kesî, sedema birîndarbûna bi hezaran kesî û bû sedema wêranbûna Bêndera Beyrûdê.
Niha li wê derê peykerek hate çikandin. Hunermend Hayat Nazer ji bermahiyên teqînê peykera jinek çêkir û 17'ê mehê peyker hat pêşkêş kirin. Ligel peyker saeteke şikestî jî çêkir ku têde 18.08, yanê saeta dema teqînê nîşan dide.
Hunermenda ku di heman demê de aktîvîsteke mafên mirovan e ji ser tora civakî re wêneyên peykerê belav kirin û wisa nivîsî: "Ev peyker nîşan dide ku hikumetê çi anî serê me. Pêşî em dan ber agir û ji me xwelî, cam û berhamiyên din man. Emê destûr nedin careke din ev yek çêbibe. Emê efû nekin û ji bîr nekin. Emê Beyrûdê ji nû ve ava bikin û bilind bikin."