Amed
Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar û mebûsên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, İmam Taşçier, Alican Onlu, Nusrettin Maçin, Nejdet İpekyuz, li New Garden Hotela li Yenîşehîra Amedê ligel rêveberên partiyên kurdan hatin ba hev. Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, rêveberên DDKD, Partiya Însan û Azadiyê (PİA), Partiya Komunîstên Kurdistanê (KKP), PDK-Bakur, PDK-T û Partiya Azadiyê amade bûn. Çapemenî negirtin civînê. Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP'ê Sancar got: "Me biryar da ku ligel partiyên Kurdistanî ku di nav Îtîfaka Hilbijartinê ya Kurdistanê de cih girtibû xebata xwe mayînde bikin. Ji bo dîroka civîneke din a piştî vê dê sekreterya biryarê bide. Di wê civînê de dê tekane mijar biryara ku îro hatiye girtin be û li gor vê rojevê bi awayekî berbiçav em çi bikin emê li ser biaxivin. Jixwe ne hewceye ez bibêjim em qîmetek mezin didin vê."
Serokê Giştî yê PDK-T'yê Mehmet Emin Kardaş jî got ku ew hêvî dikin ev civîn bibe sedema siyaseteke mayînde û bi vê em hêvî dikin ew fikra 'Li cem kurdan yekîtî çênabe' bê şikênandin.


