Diyarname
Lîstikvana îngilîz Emma Watson di çarçoveya projeyek de vê carê pirtûkên nivîskara ji Kanadayê ya bi navê Margaret Atwood li kuçeyên Parîsê belav kir.
Watson ji bo "BeÅŸa Xurtkirina Jinan û Wekheviya Civakî ya Cinsî ya Neteweyên Yekbûyî" dixebite. Ew di heman demê de yek ji avakarên "HeforShe" ye ku ev platform li ser wekheviya cinsiyetan dixebite.
Watson berê pirtûka "Mom & Me & Mom" a nivîskara ji DYA'yê Maya Angelo li hin derên metroya Londonê danîbû ku mirov herin bixwînin.
Watson vê carê pirtûkên Margaret Atwood li kuçeyên Parîsê li ser dîwaran danîn ku mirov bigirin bixwînin.
Watson ev xebata xwe ji ser instagrama xwe belav kir.