Diyarname
Zanîngeha Harvardê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li hemberî vîrusa koronayê yoga bikin.
Zanîngeha Harvard yek ji zanîngehên mezin a DYA'yê ye. Zanîngeh radihîne ku li hemberî vîrusa koronayê (Covid-19) bang li mirovan kir ku yoga, medîtasyon û bêhngirtina bi kontrol bikin. Zanîngehê di rêbaznameya ku weşand de diyar kir ku ev rêbaza medîtasyonê hatiye ceribandin û rêyeke rast e.
Pispor diyar dikir ku yên yoga dikin kêmtir bi virusa koronayê dikevin, sedem jî wekî yoga stresê kêm dike, asta derblêdana xwînê kêm dike, asta pişikê bilindir dike.
Rêbaznameya zanîngehê vê hefteyê hat weşandin. Ji Dibistana Tibê ya Harvardê psîkiyart John Sharp wisa gotiye: "Medîtasyona her demê bê kirin mirovan aram dike. Ger hûn qet yoga nakin jî niha tam dema wê ye. Carinan ji bo mirov tiştên nû biceribîne, ji tiştên fêde û kêfê bigire aktîvîteyên nû lazim in. Hûn dikarin bi ser online re gelek dersên yogayê bibînin."