HALÎL ÎBRAHÎM CENGÎZ / FRANKFÛRT
Dêrsimiyên ku her sal li Ewropa du festîvalan li dar dixin, îsal bi biryareke hevpar wê tenê festîvalek organîze bikin. Ji ber ku di festîvalên cuda yên Dêrsimê çêdibûn de ev dibû sedema rexne û nîqaşan. Piştî vê îsal bi biryara hevpar a sê federasyonan wê festîvala hevpar were çêkirin.
Diruşmên festîvala hevpar ku wê bi pêşengiya Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Komaleyên Dersimê yên Ewropa (FDK) û Federasyona Yekîtiya Dersimê ya Ewropa (ADEF) bi rengê "Meşa me ya heq û heqîqetê dewam dike", "Ji Qirkirina Sirûşt, Nasname, Bawerî, Çandê re Na", "Çemê Mûnzûrî Dersimê xoser bê bendu phêl bido" hatin diyarkirin.
‘Me mohra xwe li gaveke nû da’
Li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvalê Ayten Sunger ji ANF’ê re axivî û diyar kir, dêrsimiyan îsal mohra xwe li gaveke nû dane. Sunger, “Bi hev re dengê me wê gurtir be û em ê Dêrsimê bi hev re û bi yekdengî bi gurtir bidin naskirin.”
Ayten Sunger got Dersimiyên ku li dîasporayê dijîn salê carekê jî be ji bo ku Dêrsimê, zimanê Dêrsimê, çanda wê, stranên wê, govendên wê bidin jiyîn têne cem hev û îsal FEDA, FDK, ADEF û gelek sazî û dezgehên Dêrsimê bi hev re xebatê dikin û wiha domand: “Em pê dizanin ku di stranên me de dîrok û berxwedana me heye. Heke em hete niha mabin gelek sûda berxwedana me ya di stranan de li vê bûye. Ji bo vê jî bi yek dengî em ê li Dersimê xwedî derbikevin. Em ê tu caran çanda Dêrsimê nedin jibîrkirin, ji bo vê jî xebatên me didomin û em pir kêferatê dikin.”
Bernameyeke dewlemend
Sunger diyar kir festîla ku 2-3’yê pûşperê li Rebestockpark Am Romerhof 960486 Frankfûrtê wê were çêkirin de xwedî bernameyeke pir dewlemend e û got: “Li Dêrsimê ziman û çandên cihê hene. Ji van yek jê jî gelê ermen e. Îsal gelek stranbêjên ermen jî wê li nav me bin. Dostên me yên alman û yewnan jî wê biaxivin. Wekî par, îsal jî ji bo zarokan wê lîstik hebin. Di vî beşî de li gel lîstikên zarokan wê pedagogên pispor û perwerdekarên zarokan jî peywirê bikin. Gelek stranbên wê hebin û ji welêt jî gelek kes wê axaftinên xwe bikin. Bi kutebirî, me îsal plan kir ku festîvaleke pir rengîn bikin. Xebatên me didomin.”
Amedekariyeke baş hatiye kirin
Sunger got, “Li gelek deveran me otobus kirê kirine. Gelek hevalên me wê bi wesayitên xwe werin. Di mijara gihandinê de tu problem nîn in. Em hewl didn ku dêrsimiyan û dostên wan bi pûtepêdanî pêşwazî bikin. Ji bo vê jî ez bawer dikim ku gelê me bi rengekî xurt wê li festîvalê xwedî derbikeve. Wê xwedî derbikevin; ji ber ku heke em li Dêrsim, Mûnzûrê xwedî derbikevin em ê li azadiyê xwedî derbikevin. Heke em li baweriya Dêrsimê xwedî derbikevin em ê li baweriya Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê û li ku derê zilm û kotekî hebe em ê xwedî li baweriya wan mirovên wir derbikevin. Bi kutebirî, dema ku em li Dêrsimê xwedî derdikevin di sirûşta Dêrsimê de, di cografyaya wê de berxwedanek heye. Heke em li vê berxwedanê xwedî derbikevin, em xwedî li têkoşîna azadiyê ya hemû gelan derdikevin.”
ANF