Diyarname
Şaredariya Parîsê ya Fransayê biryarek balkêş girt: Li gor biryarê di navbera saetên 11.00-18.00'an de li navenda bajêr bikaranîna erebeyan qedexe ye.
Şaredarî bi vê yekê dixwaze balê bikişîne ser qirêjiya hewayê û ev qedexe îro li hin cihan dest pê kir. Li gor biryarê destûr tê dayîn ku erebeyên wekî ambulans û îtfaiye bigerin. Nehat diyarkirin ku ger kesek biryarê binpê bike û bi erebeyê xwe bikeve bajêr dê çiqas ceza bide.
Li aliyê hat gotin ku roja yekşemê dê bi hezaran erebe li rêya dora Parîsê di navbera saetên 10.30-13.30 de plan dikin ku hêdî bimeşin û bi vî awayî Şaredara Parîsê Anne Hidalgo şermezar bikin.