Diyarname
Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî ku îsal 4'emîn car ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî tê lidar xistin encama wê diyar bû: Îsal Narîn Yukler bi dosyaya xwe ya helbestan "Rê û Rêç" bi ser ket. Xelata Rûmetê jî didin Akademîsyenên Aştiyê.
Encama pêşbaziyê li Egîtîm-Sena Amedê bi daxuyaniyek çapemeniyê hat eşkerekirin. Kordînatorê Pêşbaziyê Reşo Ronahî û xwişka Arjen Arî Necla Arî beşdarî pêşbaziyê bûn.
Ronahî encam eşkere kir û got: "Divê me 1'ê avrêlê encam eşkere bikira lê ji ber dosyayên serketî nirxandin û encam çend roj dirêj kir. Ji ber vê yekê me lêborînê dixwazin. Narîn Yukler bi dosyaya xwe 'Rê û Rêç' bi ser ket em wê pîroz dikin û hêvî dikin di helbesta kurdî de dê pê pêşdetir here."
Ronahî got ku Xelata Rûmetê jî di şexsê akademîsyen Esra Mungan de ew didin Akademîsyenên AŞtiyê.
Roja 15'ê gulanê Roja Zimanê Kurdî ye û xelata Arjen Arî jî rojek piştî vê rojê bi merasimek li Amedê dê bê dayîn.
Narîn Yukler kî ye?
Helbestvan Narîn Yukler ku bi dosyaya xwe bi ser ket di sala 1988'an de li Wêranşara Rihayê hatiye dinê, li Entabê zanîngeh xwendiye, ji ber rewşa siyasî ji sala 2014'an ve wekî penaber ji mecbûrî li Zaxoyê dijî. Ew zewicandî û diya zarokek e. Yukler ligel kurdî bi tirkî jî dinivîse û par di pêşbaziya "Altin Defne Genç Şiir Odulu" de xelata taybet a juriyê girtibû. Heta niha helbestên wê di gelek weşanan de hatine weşandin. Helbestên wê li flemenî û urducî jî hatine wergerandin û weşandin.