Hunermend Çopî Fetah di sala 1983'yan de li Kerkûkê hatiye dinê. Wê heta niha du album bi navê "Çît naw binêm/ çi navî bû te helbijêrim" (sala 2003) û "nawit denêm jîno/ dê navê te kim jîno" (sala 2007) derxistiye.
Hunermend Çopî Fetah li ser pirsgirêka kurd bi nameyeke piştgiriya xwe ji bo DTP'ê eşkere kir û got ku ger daxwaz hebe ew ji bo DTP'ê dikare li Bakur beşdarî şahiyên aştî û azadî bibe.
Em jî ji ber vê helwesta hunermend wê pîroz dikin û strana wê dikin klîba hefteyê.
Fermo strake ji dengê Çopî Fetah:
Ji bo têkilî û klîbên din navnîşana malpera hunermend Çopî Fetah ev e: