Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ligel Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Selma Irmak û Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek li Amedê daxuyanî dabû û gotibû roja çarşemê (2'yê mehê) saet 16.00'an de bila her kes ji cihek ve ber bi Sûrê ve bimeşe û gotibû: "Bêyî zirar bigihîje kesekî em vê mafê xwe yê demokratîk bikar tînin. Rica me ji gelê me me ew e ku bi biryar û bi israr be. Bêyî dorpêç bê rakirin emê bi paş ve gav neavêjin. Ev banga me ji bo hemû saziyên sivîl, rêxistinên pîşeyî, karker, esnaf û ji bo hemû komeleyên li bajêr e."
Li ser vê yekê Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê der barê Demîrtaş de lêpirsîn da dest pê kirin. Hat gotin ku di encama lêpirsînê de ger sûc bê dîtin dê ji bo rakirina destwerdena fezlekeyê bişînin ber destê Wezareta Edaletê.
Rewşenbîran bang kir
Di vê navberê de li ser vê daxuyaniya Demîrtaş û meşa ji bo Sûrê komek rewşenbîran daxuyaniyek weşand. Hasan Cemal, Oya Baydar, Nurcan Baysal, Dr. Omer Faruk Gergerlioglu, Turkan Elçi, İbrahim Betil, Gulseren Onanç, Gulten Kaya, Murathan Mungan, Osman Kavala, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Dr. Tarik Ziya Ekinci, Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı, Nesrin Nas daxuyanî weşandin û gotin ku ev 3 meh in li Sûrê pevçûn hene, qedexeya derketina kuçeyan bûye sedema xirakirin, îşkenceyê û meşa ji bo Sûrê li hemberî vê yekê reaksiyona gelê ku bêçare maye ye.
Daxuyanî wisa dibêje: Herî dawî li Cizîrê şîdet bû sedema mirina bi sedan can û malî. Ev tiştê ku niha tê jiyîn ne pevçûneke etnîkî ye, encama qeyrana ku bi rêyên demokratîk li qada siyaset, diyaloga li aştiyê jêre çareserî nayê dîtin e. Em di tirsin di rewşek wisa de meşa li Amedê ji aliyê ev an wan hêzan ve bê provekirin û ev yek jî bibe sedema pevçûnên nû. Tevgera kurd a siyasî ji bo ev meş nebe encama provakasyonan û ji derveyî sînorên demokratîkî dernekeve divê tevdîran bigire. Hukumet jî xwedî wê rayeyê ye ku hêzên ewlehiyê ku di bin fermana wê de ne hişyar bike ku derûniya gel bide ber çavan, xwe ji mudexeleyên bêpîvan dûr bigire. Bi polîtîkayên tenê bi fikra ewlehiyê nikarin encam bigirin, ev şer nikare bê berdewamkirin, meşa sibê jî ji bo nebe sedema bûyerên girantir em bangî xweşbînî û diyalogê dikin.