Stranên Aramê Dîkran li Lice hatin gotin
Diyarname
5'emîn Þahiya Çand û Hunerê ya Licê li dar ket. Di þahiyê de stranên Aramê Dîkran hatin gotin.
Þahiya li Licê ku rojekê berdewam kir bi beþadariya hezaran kesî li dar ket. Di þahiyê de þaredarên DTP'yî jî amade bûn. Hunermend Xemgîn Bîrhat, Bulent Turan, Farqîn, Koma Muzîkê ya KESK'ê, Grup Star, ji Koma Azad Engin û Koroya Zarokan a Navenda Çanda Licê derket ser dikê û stran gotin. Hunermendan stranên xwe diyarî gorbihuþt Aramê Dîkran kirin. Her wiha koma folklorê jî lîstikên xwe pêþkêþ kir.
Þaredara Licê Fikriye Aytin da zanîn ku hunermend Aramê dîkran bi salên dirêj ji bo hunera kurdî xizmet kiriye û ji ber wefata wî ji bo kurdan sersaxî xwest.
Di þahiyê de pêþangeha wêneyan a girtiyên PKK'yî yên ji girtîgeha Çewlikê þandibûn jî hate vekirin û pêþangeh bi eleqeyeke baþ re rû bi rû ma..